Konferansa Hasan Yıldız dê li Stenbolê be

28/09/2023

Hasan Yıldız li Stenbolê dê konferansekê li ser Pirsgirêkên Metodolojîya Lêkolînên Dîroka Kurdan bide. Moderatorîya konferansê dê İbrahim Gürbüz bike.

Konferans 30ê Îlonê saet 16:00yan li terasa Weqfa İsmail Beşikçiyê dê bê dayîn.

Hasan Yıldız dîroknas û pisporê felsefeya sîyasetê ye. Ew li ser gelek belgeyên dîrokî xebitîye û wekî kitêb wî çap kirine.

Heft kitêbên Hasan Yıldız hene ku Muhatapsız Savaş Barış Muhatabsız Barış, Aşiretten Ulusallığa Doğru Kürtler Suyu Arayan Halklar, Sevr-Lozan-Musul Üçgeninde KürdistanKürt Siyasasi ve Modernizm, çend ji wan in. Herwiha ew li gel Paul De Bedar xebitîye û bi hev ra Kürdistan’da İngiliz Kampanyası ve O Gece Asur Yıkıldı nivîsîye.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Şîrove bike

Weşana berê

8emîn festîvala FîlmAmedê dest pê kir

Weşana paşê

“Karjibîr” çi ye?

Te hay ji vê heye?