Komunîstên Diyarbekirê dibêjin bi şiyarbûna milet re sempatîya bo wan zêde bûye


Posterên Yılmaz Güney, Erebê Şemo û çend namdarên din li dîwêr dardarkirî ne, li maseyan yekî xortek rûniştiye romaneka Mehmed Uzun dixwîne,  li yekî din du gênc di sohbetekê de ne, li yekî din xwendekarek li pirsên testan dinêre. Aura û atmosfer, ji ya partîyeka sîyasî pirtir, mîna ya kulturxaneyeka sade û samîmî ye.

Li semtevî ya li Huzurevlerı ya Diyarbekirê li dû silav û xêrhatinê, yek Helin Kaya û yek jî  Zülkuf Hatunoğlu, bi du dildarên Partîya Komunîst ya Tirkîyê re (TKP) bo pirs û cewaban em jî derbazî maseyekî dibin û em dest bi sohbeteka sîyasî dikin.

Her du dildarên TKPê berî her tiştî dibêjin li Tirkîyê sîstema kapîtalîst ked û karên milet dixwe û heta ew dûzen neguhere ti tişt pêşve naçe, çênabe.

Li gor wan, zati kapîtalîzma Tirkîyê naxwaze ku meseleya Kurdan jî hal bibe û xelasî jî di sosyalîzmê de ye ku ew jî ancax bi tevkarîya kedkar û karkeran mimkun e.

Hem bi xwendekarîyê hem bi esnafîyê û hem jî bi Kurdbûnê, Helin Kaya û Zülküf Hatunoğlu xwe kedkarên komunîst dihesibînin.

Zülküf û Helîn/ Wêne: Omer Faruk Baran



Helin Kaya dibêje ji navê wê bêlî ye mala wê, nasên wê li ser xeta kîjan partîyê ne, lê dibêje mucadelaya wê partîya pro-Kurd bi wê kêm hatiye û loma wê xwestiye li cîhê rast, di TKPê de sîyasetê bike.

Bi ya Helin Kaya goreyî salên berê di demên dawî de li Tirkîyê bo komunîstan sempatîyeka tam çêbûye û sebeba vê jî şiyarbûna milet e.

”Êdî herkes dibîne ku mesele ya sinifan e û Kurdekî zengîn î di hebûnê de û yekî keda wî hatiye xwarin bi ti awayî ne di eynî şertan de ne” dibêje Helin Kaya.

Zulkuf Hatunoğlu jî dibêje bi bihabûna hûrmûr re, bi felaketên mîna depremê re ji berê çêtir hat dîtin ku milet ne xema partîyên dûzenê ye.

”Ew partî tekrar û tekrar tim eynî tiştî dibêjin û çare û dermanekî jî nabînin ji birîna milet re” dibêje Zulkuf Hatunoğlu û dibêje milet êdî bi wan partîyan bawer nake, loma jî komunîst hêz û hêvîyê didin.

Bi pirsa ”Kurd bo çi rayên xwe bidin we?” her du komunîst kitabeka qapaxsor ya sosyalîzmê raber dikin û bi çend cumleyên ji wir dibêjin ”Kurd û Tirk, di Tirkîyeka sosyalîst de qandî hevdu unsûrên vî welatî ne û kes ne di ser kesî re ye, ne di bin kesî re ye.” 

Û di dewamê de ji salên Yekîtîya Sovyetê behsa roman û rojnameyên Kurdî dikin her du komunîst. Dibêjin gava dûzen ji ya kedxwarinê derket wê her ziman jî bi serbestî xwe îfade bike ku Kurdî jî ji van yek e.

Dûre mesela dibêjin, dildareka din ya TKPyê Zeynep Demirel Hatunoğlu ye, li unîversîteyê Ziman û Wêjeya Kurdî xwendiye, lê tayîna wê çênebûye, loma di tekstîlê de dixebite, mîna wê Ercan Demir jî di tekstîlê de, mîna wan Evindar Türk jî kedkar e, mina wan Necmi Hatipoğlu, nav dikevin ser navan û lîste dirêj dibe.

Dildarên komunîst dibêjin emê hem karên xwe bikin, hem xebatên hilbijartinê bimeşînin û hem jî di xizmeta miletê xwe de bin, loma dibêjin em bang li herkesî dikin ku ref bi ref werin sefên TKPê û mucadeleyê mezintir bikin.