Komîsyona Zimanê Kurdî ya HDPyê serdana Botan Internationalê kir

02/12/2021

Parlementera HDPyê ya Diyarbekirê Dersim Dağ û heyetek ji Komîsyona Zimanê Kurdî ya HDPyê di 1ê meha Kanûna Pêşîn serdana Botan Internationalê kirin. 

Mijara hevdîtinê bi tevahî zimanê kurdî û rewşa kurdî bû, rewşa kurdî di nava partîyê de, di nava gel de bû. Helbet ji ber ku Botan International bi xwe şîrketeka medyayê ye rewşa zimanê kurdî di medyayê de û tesîra vê yekê li ser gel jî hate nîqaşkirin. 

Heyetê behsa kar û barên xwe û planên komîsyonê yên pêşerojê kir û ji bo van yekan jî xwest guh bide rexne û şîroveyan. Rêvebirê Botan Internationalê Murat Bayram û xebatkaran rexne, şîrove, daxwaz û hêvîyên xwe yên li ser kar û xebatên kurdî anîn ziman, heyetê jî li gor van yekan diyar kir ku dê ew hewl bidin li gor van nîqaşan kar û xebatên xwe baştir bikin. 

Her weha yek ji sedema serdana HDPyê jî meraqa kar û xebatên Botan Internationalê bû ku li ser van yekan jî gotûbêj hate kirin. Rewşa kurdî di medyayê de û rewşa rojnamegerîya kurdî jî hate axaftin. Pirsgirêk, çareserî û hêvîyên di derbarê vê qadê de jî mijareka sereke a vê hevdîtinê bû.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Omicron: Varyanta nû ya Covîd-19ê

Weşana paşê

Lûtfî Elvan ji Wezareta Xezîne û Darayiyê îstifa kir, cîgirê wî Nûredîn Nebatî li şûna wî hat tayînkirin