Komeleya Dema Jinan raporek derbarê ziman û jinan da belav kir

Komeleya Dema Jinan bi piştgirîya Programa Etkiniz AByê (di çarçoveya şopandina mafên mirovan da) raporek hazir kir.

Di raporê da wan dîyar kirîye ku ew dê li ser xwegihandina mekanîzmayên parastina li dijî tundkarîyê bisekinin û ew dê rewşa berdest û zehmetîyên wê berbiçavtir bikin û derxin pêş.

Ev rapor îthaf e bo Fatma Altınmakasê ku ew ji alîyê mêrê xwe ve 14yê Tîrmeha 2020an li navçeya Malazgirta Mûşê hatibû qetilkirin.

Komeleya Dema Jinan, di Tîrmeha sala 2020an de, li bajarê Stenbolê bi armanca ji holê rakirina her cure cihêkarîyên li hember jinan û ji bo hemû qadên civakê de, tevkarîya bihêzkirina jinan hatîye avakirin.  

Wan di hevpeyvîna xwe da ya ligel Qesîm Etmanekî, dabû dîyarkirin ku Dema Jinan di qadên civakî, aborî û çandî de, ji bo bihêzkirina rola jinan, ji bo ku bêhtir bên dîtin û ji derfetan wekhev sûd wergirin çalakî û kargehên cur bi cur li dar dixe.

Rapora wan ev e.


Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.



Nivîskar/rojnameger
Botan Times
Botan Times