Li Kampusa Zanîngeha Akdenîzê ya Antalyayê komeka nijadperest ku 30 kes bûne êrişî 3 xwendekarên Kurd kirine. Xwendekar lînc kirine û birîndar kirine.

Di encama êrişê de xwendekarên bi navê Botan Artûç û Feyzî Akan birîndar bûne û birine Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê û xwendekara bi navê Hatîce Tong jî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Ataturkê. Hatiye diyarkirin ku xwendekarên birîndar hê jî tên dermankirin û koma nijadperest ji sibehê ve li nav kampusê bela xwe li xwendekarên Kurd dide. 

*Ajansa Mezopotamyayê