Komeka nû ya şanoya kurdî ava bûye: Şaneşîn Performans

Komeka nû ya şanoya kurdî ava bûye: Şaneşîn Performans
Komeka nû ya şanoya kurdî ava bûye: Şaneşîn Performans
Botan Times
  • 5 Mart 2022 06:37

Li Mêrdînê komeka nû ya şanoya kurdî ava bûye, bi navê Şaneşîn Performansê. Navenda komê li Mêrdînê ye û ev kom bi pêşengîya hin mamosteyên kurdî hatiye avakirin. Wan di daxuyanîya xwe de gotine ku armanca wan xizmetguzarîya ziman û şanoya kurdî ye, lewra wan biryara avakirina komekê daye.

Kom hîn gelekî nû ye, 9ê Sibata 2022yan hatiye avaakirin, lewra jî hîn lîstik û performansên wan tune ne. Lê ew amadekarîya lîstika xwe ya yekem a bi navê “Bêcir“ê dikin. Wan diyar kiriye ku ew ji bo lîstika xwe ya bi navê “Bêcir”ê li benda arîkarîya temaşevan û dilxazan in, û wan diyar kiriye ka bi kîjan rêyê dikarin bibin arîkar jî. Daxuyanîya wan bi tevahî wiha ye:

 “Şaneşîn Performans, wek koma şanoyê bi pêşengtîya hin mamosteyên Kurdî û  dilxwazên vê qadê ve di 9ê meha Sibata 2022an de li Mêrdînê hat avakirin.

Armanca me xizmetguzarîya şanoya kurdî û herweha Zimanê Kurdî ye. Şaneşîn Performans berê xwe dide lîstikên şanoya Kurdî û ya cîhanê, lîstikên nû diafirîne û bi terz û şêweyeke nû dixwaze asta hunera şanoya Kurdî bi disîplînên din re bilindtir û geştir dike. Ne bi tenê li bajarekî; li her çar alîyên welêt û ewrûpayê dixwaze hunera kurdî temsîl bike.

Şaneşîn Perfomans niha amadekarîya xwe ji bo lîstika “Bêcir”ê dike û ji bo ku vê lîstikê derxîne ser dikê alikarîyê ji temaşevan û dilxwazên şanoya kurdî dixwaze. 

Weke temaşevan hûn dikarin çawa alikarîya me bikin?

  Li ser malpera www.pirtukakurdi.com û www.morizarok.com ê li ser navê Şaneşîn Performansê pîrtûkên ji bo zarokan hatine amadekirin. Kesên ku dixwazin alikariya me bikin, dikarin li ser van malperan li ser navê me pîrtûkan bistînin

Em ê çi bikin ji van pirtûkan û dê çawa alikariya we bigihije me? 

Dê projeya me 10 rojan berdewam bike û di dawiyê de pirtûkên ku hatine firotin,dê li ser navê Şaneşîn Performansê li Colemergê ji bo dibistanekê bê bexşkirin û herweha dê pirtûkên din jî em ê li kêleka biletên şanoyê, wek diyarîya we bi temaşevanên xwe re parve bikin û herweha pirtûkên ku hatine firotin dê bi sponsoriya Pirtukakurdî û Morî Zarokê ve ji bo lîstikê bê xerckirin. 

Em bi kêlecan li benda temeşavanên xwe ne

Ligel slavan!

Ji bo têkilîyê:

[email protected]