Komara Mahabadê berî 78 salan, 22yê Rêbendana 1946an li Meydana Çarçirayê ya Mahabadê hat damezirandin.
Pêşawa Qazî Mihemed li Meydana Çarçirayê bi van 6 madeyan Komara Kurdistanê ragihand:
-Pêkanîna rêveberîyeka otonom ji bo Kurdan li nav sînorên dewleta Îranê
-Bikaranîna zimanê Kurdî di rêveberî û sazîyên perwerdehîyê de
-Avakirina encûmeneka xwecihî ji bo birêvebirina karûbarên civakî û dewletê li Komara Kurdistanê
-Destnîşankirina karmendên dewletê ji xelkê xwecihî
-Hevkarîya li gel gelê Azerbaycanê
-Pêkanîneka sîstemeka hiqûqî ku her kesê li xwe bigire
Kabîneya Komara Kurdistan
Serokkomar: Qazî Mihemed
Serokwezîrê Hecî Baba Şex
Wezîrê Navxwe: Mihemed Emîn Mueynî
Wezîrê Derve: Hecî Rehman Îlhanzade,
Wezîrê Veguhestinê: Îsmaîl Îlhanzade,
Wezîrê Berevanîyê: Mihemed Husên Seyfî Qazî
Wezîrê Ragihandinê: Kerîm Ehmedî
Wezîrê Rewşenbîrî: Menaf Kerîmî
Wezîrê Cotkarîyê jî Mehmûd Welîzade.
Herwiha komîteyek jî taybet ji bo karûbarên jinan hebû.
Dagirkirina Komara Kurdistanê
Dema ku Artêşa Yekitîya Sovyetê ji Îranê vedikişe, Îran êriş dike Hikûmeta Niştimanî ya Azerbaycanê û rêvebirên wê desteser dike. Piştî ku artêşa Îranê ji Azerbaycanê vedigere berê xwe dide Mahabadê.
Qazî Mihemed ku dizanî artêşa Îranê, ji bilî dagirkirina axa Kurdistanê, dê talan û wênrankarîyeka mezin bi serê xelkê da bînin, ragihandîbu ku bi mercê ku leşker vekişin, ew dê xwe radest bike.
Bi vekişîna leşkerên Îranê û xweradestkirina Pêşawa Qazî Mihemed, artêşa Îranê roja 17ê Çileya 1947an Mehabad bi temamî dagir kir.
Pêşawa Qazî Mihemed, piştî 3 mehên li zîndanê, roja 31ê Adara 1947an, li gel Serokwezîr Hecî Baba Şêx û Wezîrê Berevanîyê Mihemed Husênxan Seyfî, li cihê ragihandina Komarê, li Meydana Çarçira ya Mihabadê hat darvekirin.
Komara Kurdistanê 11 mehan li ser pêyan ma
Komara Mahabadê digel ku 11 mehan li ser pêyan ma, di wan 11 mehan da di gelek qadên cuda da bû mînakeka serkeftî. Mahabad bû navenda kar û xebatên, siyasî, civakî, aborî, hunerî, wêjeyî, leşkerî, dîplomasî û rewşenbîrî.
Ey Reqîb wekî sirûda netewî hat pesendkirin, Kurdî wekî zimanê fermî hat ragihandin û artêşa xwe ya taybet pêk anîn.