Komara Kurdistanê beriya 77 salan hate damezrandin

Komara Kurdistanê beriya 77 salan rojeke wekî îro, li meydana Çarçira ya Mehabada Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin. Komar di 22ê Çîleya 19462an de ji aliyê damezranêr û serokê wî  Qazî Mihemed ve hatiye ragihandin. Di nava sedsala 20an de piştî  Şex Mehmûd Berzencî  li Silêmaniyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê îlan kir, Komara Kurdistanê ya lî Mehabadê di […]

Komara Kurdistanê beriya 77 salan hate damezrandin
Komara Kurdistanê beriya 77 salan hate damezrandin
Botan Times
  • 22 Ocak 2023 13:48

Komara Kurdistanê beriya 77 salan rojeke wekî îro, li meydana Çarçira ya Mehabada Rojhilatê Kurdistanê hat damezrandin.

Komar di 22ê Çîleya 19462an de ji aliyê damezranêr û serokê wî  Qazî Mihemed ve hatiye ragihandin.

Di nava sedsala 20an de piştî  Şex Mehmûd Berzencî  li Silêmaniyê hikûmeta Başûrê Kurdistanê îlan kir, Komara Kurdistanê ya lî Mehabadê di warê dewletbûyinê de ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem.

Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe Komara Mehabadê feda kirin.

Rêveberiya Komara Kurdistanê ji 13 wezareta pêk dihat. Pêşawa Qazî Mihemed Serokomar û Mela Mistefa Barzanî jî Sererkanê Artêşa komarê bû.

Komara Kurdistanê, bajarê Sine, Şino, Serdeşt û Miyandab li xwe digirtin û paytexta wê jî Mehabad bû.

Qazî Mihemed bi  6 maddeyan Komara Kurdistanê ragihandîbû:

-Pêkanîna rêveberiyeke otonom ji bo Kurdan li nav sînorên dewleta Îranê

-Bikaranîna zimanê Kurdî di rêveberî û saziyên perwerdehiyê de

-Avakirina encûmeneke xwecihî ji bo birêvebirina karûbarên civakî û dewletê li Komara Kurdistanê

-Destnîşankirina karmendên dewletê ji xelkê xwecihî

-Hevkariya li gel gelê Azerbaycanê

-Pêkanîneke sîstemeke hiqûqî ku her kesê li xwe bigire

Kabîneya Komara Kurdistan

Serokkomar: Qazî Mihemed

Serokwezîrê Hecî Baba Şex

Wezîrê Navxwe: Mihemed Emîn Mueynî

Wezîrê Derve: Hecî Rehman Îlhanzade,

Wezîrê Veguhestinê: Îsmaîl Îlhanzade, 

Wezîrê Berevaniyê: Mihemed Husên Seyfî Qazî

Wezîrê Ragihandinê: Kerîm Ehmedî

Wezîrê Rewşenbîrî: Menaf Kerîmî 

Wezîrê Cotkariyê jî Mehmûd Welîzade. 

Herwiha komîteyek jî taybet ji bo karûbarên jinan hebû.

Dagirkirina Komara Kurdistanê

Qazî Mihemed ku dizanî artêşa Îranê, jibilî dagirkirina axa Kurdistanê, dê talan û wênrankariyeke mezin bi serê xelkê de bînin, ragihandîbu ku bi mercê ku leşker vekişin, ew dê xwe radest bike.

Bi vekişîna leşkerên Îranê û xweradestkirina Pêşawa Qazî Mihemed, artêşa Îranê roja 17ê Çileya 1947an Mehabad bi temamî dagir kir.

Pêşawa Qazî Mihemed, piştî nêzikî 3 meh ji zindanîkirinê, roja 31ê Adara 1947an, li gel Serokwezîr Hecî Baba Şêx û Wezîrê Berevaniyê Mihemed Husênxan Seyfî, li cihê ragihandina Komarê, li Meydana Çarçira a Mihabadê hat darvekirin.

Komara Kurdistanê 11 mehan jiya

Komara Kurdistanê 11 mehan jiya. Her çiqas heta demeke kin berdewam kir jî, di wê demê de bû navenda siyaset û ronahiyê.

Komara ku li Mehabadê hate sazkirin, alaya neteweyî ya Kurdistanê hilda û gel jî artêşa welêt sazkir.

Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê.

Çavkanî: Wîkîpedîa Kurdî