Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Koma Şaneşîn Performansê lîstikeka nû derxist

09/10/2023

Koma şanoya kurdî Şaneşîn Performansê lîstika xwe ya nû derxist.

Koma Şaneşîn Performans dê bi lîstika xwe ya nû, ya bi navê Înfaz li pêşberî temaşevanên xwe be.

Înfaz, komediyeka absurd e li ser hewildana îdamkirina jineka ku ji ber xerabkirina exlaqê civakê, cezayê bidarvekirinê lê hatîye birîn.

Di lîstikê da 4 lîstikvan cih digirin û maweyê lîstikê jî 50’13 ye.

Nivîskarîya Înfazê ji alîyê Recep İçen ve hatiye kirin ku rejîya wê jî Recep İçen û Şêrko Janzêm kiriye.

Ew dê li Mêrdînê, promîyera xwe 15yê Cotmehê saet 20:00an li sehneya Şaneşîn Performansê bikin.

Piştî promîyerê, ew 21-28ê Cotmehê saet 20:00an li heman sehneyê dê bi du seansên din jî li pêşberî temaşevanên xwe bin.

Şaneşîn Performans 9ê Sibata sala 2022an, li Mêrdînê ji alîyê çend mamosteyên zimanê kurdî û dildarên hunera kurdî ve hatîye avakirin. Heta niha bi navê Penceşêr û Bêcir du lîstik berhem anîne. Ew derketine turneyan û wan li gelek bajaran lîstikên xwe pêşkêş kirine.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan