Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Koçberiya ji Tirkiyeyê bo welatên din ji sedî 53 zêde bû: Herî zêde ciwan koç dikin

Ji
22/07/2024

Li gorî daneyên TÛÎKê di sala 2023an de hejmara kesên ku ji Tirkiyeyê koçî derveyî welat kirine li gorî sala borî ji sedî 53 zêde bûye. Herî zêde koma ku temenên wan di navbera 25-29 salî de ne koç kirine. Hejmara kesên ku ji welatên din koçî Tirkiyeyê kirine li gorî sala borî ji sedî 35,9 kêm bûye.

Saziya Îstatîstîkan ya Tirkiyeyê (TUÎK) îstatîstîkên koçberiyê yên navneteweyî yên sala 2023an eşkere kir.

Li gorî daneyên di malpera TUIKê de hatine weşandin; Hejmara kesên ku di sala 2023an de ji Tirkiyeyê koçî dervayî welêt kirine li gor sala 2022an ji sedî 53 zêde bûye û derket 714 hezar û 579an.

Ji sedî 55,2ê kesên ji Tirkiyeyê koçî derveyî welat kirine mêr in û ji sedî 44,8ê wan jî jin in.

Ji kesên ku ji Tirkiyeyê çûne derveyî welêt, 291 hezar û 377 welatiyên Tirkiyeyê ne û 423 hezar û 202 jî biyanî ne.

Herî zêde koma ku temenên wan di navbera 25-29 salî de ne koç kirine ango çûn in derveyî Tirkiyeyê.

Hejmara kesên ku ji welatên din koçî Tirkiyeyê kirine li gorî sala borî ji sedî 35,9 kêm bûye û bûye 316 hezar û 456 kes.

Hejmara kesên ji derveyê welat koçî Tirkiyeyê kirin li gor par ji sedî 35,9 kêm bû û derket 316 hezar û 456 kesan.

Ji sedî 54,2 ê kesên ku ji welatên din koçî Tirkiyeyê kirine mêr in û ji sedî 45,8 wan jî jin in.

Hejmara kesên ku ji derve tên Tirkiyeyê jê 101 hezar û 677 welatiyên Tirkiyeyê ne û 214 hezar û 779 jî biyanî ne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan