Koça bijîşkan: Çima welêt diterikînin?

Koça bijîşkan: Çima welêt diterikînin?
Koça bijîşkan: Çima welêt diterikînin?
Gulistan Korban
  • 6 Nisan 2023 06:49

Ji bo Ingilîzî Bitikîne

Di meha Adarê da hejmara bijîşkên ku ji bo biçin derveyî welêt serlêdan kirine, derketiye asta herî jor.

Doktorên ku serokkomarê Tirkîyeyê Erdogan ji bo wan gotibû “Bi ku ve diçin bila biçin” yek bi yek welêt diterikînin.

Li gor daneyên Odeya Tabîbên Tirk, tenê di meha Adarê da 235, di 3 mehên 2023yan da jî 700 bijîşkan bo biçin welateke din serî li “Belgeya halê baş“ dane. 

Doktor Evîn ji wan tenê yek e.

“Nexweşê ku ez di rojekê da lênihêrim, hempîşeyên min ên li welatek din di hefteyekê da lêdinerin.

Dema ez dibêjim ez rojane li 400 nexweşan dinerîm, hempîşeyên min ên li Elmanyayê bawer nakin.”

Doktor Evin

Ew rewşa xwe ya heyî bi vê hevokê rave dike û niha ji bo çûna Elmanyayê amadekarîyê dike.

Doktor Evîn, ji Botan Tîmesê re behsa sedema çûna xwe ya derveyî welêt kir.

“Min bi eşqek dest bi karê xwe kir. Ez ji welatê xwe, axa xwe û ji miletê xwe gelek hez dikim. Ez ji Kırşehîrê me lê ji bo bêm Amadê û ji gelê xwe ra kar bikim min daxwazîyê kir. Lê niha ev pergal, ne eşq û ne jî şevk di dilê min da hîştiye.”

Doktor Evîn

Bi salan ji ber lêpirsînên ewlehîyê ew û hevserê xwe nekaribûn di nexweşxaneyên dewletê de kar bikin.

Piştî Dadgeha Destûra Bingehîn biryara binpêkirina mafan daye wan dest bi kar kirine. 

Evîn niha 33 salî ye û 9 sal in di beşa lezgînê da kar dike.

Di eslê xwe da em naxwazin biçin. Lê şert û mercên li welêt him maddî, him jî manevî me neçarê çûnê dike. Zarokekî min yê 2 salî heye. Niha bi kurdî dizane lê ne kreş ne jî dibistanên kurdî hene ku biçe û bi zimanê xwe perwerdehîyê bibîne. Bi rastî ev rewş jî weke mirovek me gelekî diêşîne û dibe yek ji sedema çûna me.

Doktor Evîn

Bi taybetî di heyama pandemîyê da, ji ber şert û mercên giran ên kar û kêmbûna derfetên darayî bijîşkên li Tirkîyeyê rojên zehmet jiyabûn.

Doktor Evîn wekî sedan bijîşkan dê piştî çend heyvan welêt bi terikîne.

Ew him şikestîye him jî biêş e. dibêje; “Erê em diçin lê çiqas ew dêr ewropa be jî, em ê dê her çîna duyem bin û her penaber bin.”