Klîba “Keştîya Bayê” di weşanê de ye: Selîm Temo nivîsiye Mem Ararat xwendiye

28/12/2024

Stranbêj û helbestkar Mem Ararat di klîbekê de helbesta “Keştîya Bayê” ya helbestkar Selîm Temo xwendiye. Klîb ji beriya 20 seetan hatiye weşandin.

Araratî digel helbestê ev nivîs jî weşandiye:

Salên dijwar bû…

Em Koçberî gundekî Wêranşarê bûn.Tenê pismamên me yên Êzdî karîbûn çavên xwe sor bikin û cîh bidin me.Mala we û wan hezar carî ava. Birayê min ê piçûk 6 salî bû.Ji ber kû em xûşk û birayên mezintir li derve dixebitîn li ba yadê û bavo ew tenê dima. Çêlekek me ya zerî hebû.Dostekî bavê min(Xwedê jê razî be)bi awayê rastmalî dabû me,ji bo em bê qatix nemînin.Birayê min her sibeh bi rişma wê digirt û dibir çêrê. Çêleka zerî carna stûrî dikir û diket zadê xelkê,lewma xortê me hîn şeş salî bû û nikaribû çêleka zerî a bi gîha biharê gewî bûbû zevt bike. Lê tevli vê yekê jî xortê me tucarî ji karê xwe nedima û heta êvarê li pey çêleka zerî direviya û bi awayekî ew vedihewand. Dema quweta wî têrê nedikirê digiriya,girêz,lîçik û hêsir tevlihev dikir lê dîsa jî ji pey çêleka zerî venedigeriya. Hem digiriya hem jî li pey çêleka zerî dibeziya û her êvar ew bi zikekî têr li malê dihewand. Dema cara ewilî min helbesta “Keştiya Bayê” xwend ev çîroka hate bîra min. Dostên delal dema quweta meriv kêm dimîne an ewê dev ji çêleka zerî berde û destvala vegerî malê,an jî ew ê hêsir,girêz û lîçikê tevlihev bike li pey bireve.Mixabin vebijerkek te ya din tuneye dema tu kêmhêz bî.Ez gelekî rêz digrim ji kek Selîm re û heyranekî wî me ,lewma hê jî li pey çêleka zerî ye.” Van deman ji gotinên qelew û mîna pûşê bi ber bê dikeve pûç,serî dikare li meriv bibe tara bêjingê gelî canik û camêran. Êdî herkes her navî li her tiştî dikin.Mêrên li ber çavên kamerayan jinên xwe dikujin dibêjin “Min zahf jê hez dikir ji ber vê min ew kuşt.” Kesên çavên xwe ji hemû gendelî û nelirêtiyan digirin,dibêjin : Ez welatperwer im,lewma min nexwest navê welatê me bi gendeliyê derkeve.” Kesên nikarin heqê xûşk û birayê xwe piparêzin hewl didin gelên cîhanê xelas bikin. Kesên peyva demokrasiyê weke benîşt dicûn,ji ber fikra teya xweşa wan naçe dikarin dest û lingên te girê bidin sînga te biqelişînin û kezeba te bi gur û qertela bide xwarin. Heta hişê meriv neguhere ,jiyana meriv naguhere dostno. Heta hişê meriv neguhere siûda meriv jî naguhere. Lewma tu çi biçînî tuyê wî hilînî. Weke rahmetiyê Nietzche dibêje : “Kesê/a nikaribe bi xwe ve girêdayî bimîne îxanetê bi hemû tiştî re dike.” Dostno di nava orkestraya qelebalixiyê de tenê kemaneke ji heddê xwe derketî dikare straneke nû bibêje û tenê qulingekî ji refê xwe qetiyayî dikare çîroka çîyayê rê pênakeve binivîse. Jiyan carna çiqas zahmet e dostno.Bi rastî jî zahmet e.Lê belkî jî ji ber vê yekê ye ewqas xweş e. Werhasil serê we neêşinim,min xwest guh bidim helbestvên. Lewma helbestvan ji bo me ruhekî diafirînin. Ruhekî bi xwe ve girêdayî.Girêdayî kenê xwe û giriyê xwe, girêdayî “erê” û “na”ya xwe. Selîm Temo kû helbestvanekî gewre ye û herweha dost û bira ye jî rengekî bêhempa li ruhê me zêde kir. Dixwazim li huzûra we spasiya kek Selîm bikim,ji ber kû rengekî gelekî bedew li ruhê me zêde kir û ji bo kû hişt ez vê helbestê bixwînim û we re par ve bikim. Keko heyran zor zor spas.Homa alîkarê te be.

Di kûnyeya klîbê de ev nav hene:

Helbest : Selîm Temo

Muzîk û Aranje: Mem Ararat

Sêtêl,Kopûz û Lafta : Huseyin Can Pala

Çello : İsmail Kaya

Pîano: Ferhat Can Altıntaş

Mîks û Masterîng : Nîhad Jemsher

Vîdeo Klîp : Sozdar


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

“Dema pelên gozê zer dibin” xelata pelê mêwê yê zêrîn standiye

Fîlma Mehmet Alî Konarî ya bi navê “Dema pelên dara gozê zer

Notên Hefteyê: Mejîreşî

I. Tenêtî / tenê tu! Mirov, yê bi tenê ye! Goşt, hestî

Fûara Amedê – Weşanxaneyên kurdan herî zêde kîjan kitêb firotine?

4 xwendekarên ciwan yên beşa kurdî ya Dîcleyê, 4 hezkirî û peyrewên