Ziman û naveroka çîrokan gelekî taybet û efsûnî ye, serpêhatiyên jinên bedew, şahzadeyên şêt, feqîrên ku bextê wan ji wan re bûye yar, serpêhatiyên cin û efrîtên qabilê gelek tiştan, eşya û ajalên sêhrdar û helbet yên dîdaktîk têrê dikin ku mirov bibe heyranê wan. Bêguman ev hêleka ron ya vê kitêbê ye. Hêla wê ya din mişe ye bi nijadperestî û zayendparêziyê. Cihû, reşik, kurd û jin çar mexdûrên sereke yên Hezar û Şevekê ne û ji bilî jinan her sêyên din her tim xerab û pîs in û her bi heqaret û biçûkkirinê behsa wan dibe.
***
Bi navê xwe yê erebî Elf Leyle we’l Leyle, Çîrokên Hezar û Şevekêji cerga ku ji teref Antoine Gallandê frensî ve bêhemdî hat naskirin û hezkirin û bi vir de yek ji şahkarên edebî yê cîhanê tê hesêb û seraqet dibe çavkanî bo gelek qadên hunerê. Di vê nivîsê de ez dê hinekî li ser dîrokçeya wê xeber dim û behs bikim bê ka li aliyê me çi ji vê koleksiyona îlhambexş heye.
Li gor Îshak en-Nedîmê muellifê kitêba bîblîyografîk ya bi navê El Fihristê, Çîrokên Hezar û Şevekê bi eslê xwe kitêbeka farisî ye bi navê Kitêba Hezar Efsane û ji farisî bo erebî hatiye wergerandin. Nedîm di derbarê çavkaniya kitêbê de behsa rîwayeteka din dike. Li gor vê kitêb bo Hamana keça Behmen hatiye amadekirin. Navê lehengên sereke yên wekî Şehriyar, Şehrazad, Dinyazad û Şahzaman bi farisî ne, vê yekê kiriye ku vekolerên ku dane pey pirsa çavkaniya Çîrokên Hezar û Şevekê, îranê û farisî wekî çavkaniya wan nîşan bidin. Mesûdî jî di Mirûcu’z Zehebê de amaje bi çend rivayetan dike, ez dê behsa wan nekim û kurt bibirim.
Wekî tê zanîn Çîrokên Hezar û Şevekê ji aliyê binyadî ve xwedî çarçoveyeka giştî ye ku hemû çîrok di hundirê wê çarçoveyê de tên vegêran û di nav wan çîrokan de jî lehengên çîrokan her car hindek çîrokên din vedigerin. Kitêb bi vî şiklî xelek bi xelek kûr dibe, fireh dibe û bi qedandina her çîrokekê re dîsa vedigere çarçoveya ewil ku vegêrê wê Şehrazad bi xwe ye. Matematîka kitêbê ji vê hêlê ve balkêş e û gelek cuda ye ji mînakên din ên koleksiyonên çîrokên çarçoveyî. Ev celeb çîrok îcada hindiyan e, koleksiyonên wekî Sinbadname, Tûtîname û Kelîle û Dîmne ji wan çend hebên navdar in ku çarçoveyeka wan ya tekmîl û diyar heye, vêca bi dîtina min ne dûr e ku çavkaniya bingehîn ya Çîrokên Hezar û Şevekê jî Hindistanê be. Axir heger çarçove û qalibê sereke ji hindiyan hatibe wergirtin jî ev çîrok bi hevkariya bihemd an jî bêhemd ya gelek çand, ziman, nivîskar, berhevkar û çîrokbêjan di maweyeka gelek dirêj de çûye serî ku ne mimkun e mirov wê bi tenê aidê edebiyata erebî bibîne.
Helbet mesele ne tenê hebûna çarçoveyekê ye ku derfeta vegêrana dirêj dide, li aliyê din temaya bingehîn ya çarçoveçîrokê jî yek ji mijarên herî populer yên hindistaniyan e. Xerabî û nedilsoziya jinan ya li hember mêran di Sinbadname û Tutînameyê de jî mijara bingehîn e ku li pey xwe gelek çîrokên din tîne. Di Kelîle û Dîmneyê de jî birrek çîrok li ser vê meseleyê hene. Wisa dixuyê ku reşkirin û pîskirina jinan ji mêj de ye hobîyeka mêran bû û mêrên hindistanî di vê mijarê de gelekî pêşketî bûn. Divê were gotin ku ev motîf gelek kevn e û li cem misrî û yewnaniyên antîk jî tê dîtin.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Li nav me kurdan jî di mînaka Gulxatuna di Zembîlfroşê de lehenga sereke Gulxatun nêzî van jinan e bes bi ferqekê ku ne di metna Feqiyê Teyran de ne jî di yên gelêrî de ku gelekî jê tesîr wergirtine em rastî pîskirin û reşkirineka wereng nayên. Bereksê wê heçku cesaret û eşqa wê ya bo Zembilfroşî tê pesinandin. Qey ji ber wê yekê ye ku qala nedilsoziya wê ya bo mêrê wê ku mîr e jî, zêde nayê kirin.[1]
Çîrokên Hezar û Şevekê bi dîtina min wekî ansîklopediyeka çandê ya mislimanan ya serdema navîn e, zêdetir jî ansîklopediya ereban e û di çîrokan de em bi çavê wan temasî çandên cuda yê milletên din ên misliman dikin. Ji cil û bergan bigire heta bi baweriyên gelêrî, dîrok, edebiyat, ziman, muzîk, ticaret, bajarvanî, mîmarî, adetên qesr û qonaxan, jiyana sosyal, têkiliyên mirovan, erotîzm[2] û hwd. gelek qadên jiyana serdema navîn ya mislimanan sirayetî van çîrokan bûye. Ji aliyê dîrokê ve hindek çîrok ji Xelîfeyên Emewiyan dest pê dike heta digihêje hindek siltanên memlukiyan. Bexda, Besra, Qahîre û Şam bajarên sereke yên van çîrokan in. Rûm anku Bîzans, Çîn, Hind û giravên li oqyanûsa hindê jî ew welat in ku bi şiklekî rêya lehengan pê dikeve. Ev yek balkêş e lew welatên berbehs di heman demê de sînorên împeretoriya îslamî jî nîşan didin ku heta wan deran fireh bûbû û di encamê de birrek danûstandinên siyasî, tîcarî û çandî ve bûbûn hevnasê wan. Wisa dixuyê zanyarî û efsaneyên ku di encama van têkiliyan de hatibûn bidestxistin bûne bingeha hindek Çîrokên Hezar û Şevekê.
Kitêb, tevî hevalên xwe yên din yên xwedîçarçove, nimûneyeka orjînal ya afrîneriya edebî ya rojhilatê ye. Di nerîta rojhilatê de afrînerî ne di wê yekê de bû ku her car çîrok û metneka seyr û bi temamî cuda ji çîrokên din were sazkirin. Bes ew bû ku berhem an jî çîrokeka heyî ku berê jî hatiye nivîsîn bi şêwaz û naverokeka xweser were sazkirin ku mohra muellifê wê lê diyar be. Ji ber vê yekê ye ku ev koleksiyon her carê ji nû ve bi guherîn û lêzedikirinên ku ji aliyê nivîskaran ve wekî pêwîstiyekê diyar dibû, dihat sazkirin. Çê dibe mirov bibêje ev kitêb ji vê hêlê ve kitêbeke bêdawî ye û heta hetayê her dikare berdewam were afirandin. Jixwe jimareya hezar û yekê jî bi hemd an jî bêhemdê xwe amaje bi ebedîbûnê dike. Yên ku Antoine Gallandê[3] frensî ji ber ku wî li gor xwe hindek çîrokên wekî serpêhatiyên Sinbadê Behrî, Lambeya Elaeddîn û Elî Baba û Çil Heramiyan li kitêbê zêde kiriye, rexne dikin, neheq in.[4] Galland bêyî ku hay ji nerîta rojhilatiyan hebe, her wekî muellifekî rojhilatî ew ji nû ve saz kiriye. Çîrokên ku wî lê zêdekirin îro wekî çîrokên herî populer yên Hezar û Şevekê tên dîtin, hindek ji van çîrokan bûn fîlm û şano, resmên wan hat xêzkirin.[5]
***
Kitêba Çîrokên Hezar û Şevekê bi taybetî ji ber çarçoveçîroka xwe anku ji ber çîroka Şehrazada ku ji bo rê li ber qetilkirin jinan û ya xwe bigire neçar e çîrokên balkêş, seyr vegêre da ku bêhna şah fireh bibe, balê dibe ser xwe. Jiyîn bo Çîrokvegêranê (bi îngîlîzî, Living to Tell the Tale) navê kitêbeka Gabriel Garcia Marquez e, li gor navê kitêbê, nivîskar ji bo ku ji me re tiştan vegêre dijî. Lê belê Şehrazad bo ku bijî çîrokan û dîrokan vedigêre. Ji bilî vegêraneka baş di destê wê de çi amûr nîne ku pê bijî. Bi xêra vê amûrê Şehrazad bi sedan salan e ji her kesî bêtir jiya, ji her kesî bêtir hat hezkirin. Kitêb bi serpêhatiya Şehriyar û birê wî Şahzamanê dest pê dike ku dû welatên cuda bi rê ve dibin yên ku ji bavê wan wekî mîras bo wan mabû. Di demeka wiha de ku dê hev bibînin û belkî di derbarê welatê ku lê desthilatdar in bi hev re bidin û bistînin bêhemdî pê dihesin ku jinên wan bi wan re ne dilsoz e. Ji vir û şûn de Şehriyar dibe dijminê jinan û her roj bi jinekê re dizewice, piştî ku serê xwe pê re dike yek, berdestê sibehê wê qetil dike. Piştî demekê wisa lê tê ku li bajêriyên ku xwedîkeç in ji bo xelasiya keçên xwe, bar dikin, direvin. Herî dawî Şehrazada ku keça wezîr e ji bavê xwe dixwaze ku Şehriyar re bizewice û wiha dibêje: “Tu bi heqê Xweda bikî babo min bi vî Melîkî re bîzewicîne, ya ez ê bijîm yan jî ez ê bibim qurbanek di ber hemû keçên di vî bajarî de û sebebek ji bo xelasiya wan.”
Xwebexşkirina jinekê bo hemû jinên gelekî balkêş e û îro jî ev yek bo jinên femînîst û têkoşîna wan dibe îlham. Axirê Şehrazad bi zanepeyvî û zîrekiya xwe, bi çîrokbêjiya xwe ya bilind karî Şehriyar aşt bike, bala wî bibe ser cîhana efsûnî ya çîrokan. Di çîrokên Şehrazadê de jin û mêr bi hemû awayên xwe, bi qencî, xerabî, wêrekî, newêrekî, dilsozî, hejarî û hwd. diyar dibin, gelek caran ew bi rêya çîrokan qenciyê û bîrbiriyê nîşanî şah dide ku di encamê de bi ser dikeve û şah dev ji rika xwe berdide.
Kitêb sê sed sal berê berê pêşî li frensî hat wergerandin û jê bi şûn de di asta cîhanê de rastî elaqeyeka mezin hat û bo gelek qadên hunerê bû çavkaniyek bêhempa. Her kesê ku ew carekê xwendibe an jî beşek jê xwendibe bûye heyranê wê û bo xwe tiştek jê wergirtiye, heyraniya xwe bo wê carna bi gotinekê, carna jî bi afirandina berhemeka din ya ku xwe dispêre wê, diyar kiriye. Ez bi xwe jî tevî ku ji bilî ku li dîwanan behsa wê bikim, min nekariye çu îlhameka bi dilê xwe jê werbigrim, belê ez bengiyekî wê me û her cara ku nîşaneyekê ji wê dibînim kêfxweş dibim.
Çîrokên Hezar û Şevekê ji bilî çend gulbijêrên biçûk, li Bakur cara pêşî ji teref Menaf Osman ve li kurdiya kurmancî tê wergerandin ku heta niha du cildên wê hatiye weşandin. Ez qewî ecêb dimînim ku ev bûyera wiha mezin çawa nebûye rojev, nûçeyek jî be li serê derneketiye û xwîneran ew ji destê hev nerevandiye. Karê Menaf Osman kiriye ji heddê xwe zêde mezintir e, ez pê gelek şanaz im û li benda weşandina cildên din im. Xwîner, hunermend û lêkolerên baldar gava vê koleksiyonê bixwînin piştî hejmekariya wê, dê ferq bikin ku çîrokên tê de çendîn nêzîk û xizm in ligel çîrokên me. Wisa ye lew kurdî û çavkaniyên kurdî jî beşek in ji çavkaniyên van çîrokên ku ji gelek zimanan û ji gelek kitêban sûd wergirtiye. Di nav çîrokên me yên gelêrî de rastî gelek varyant û rengvedanên Çîrokên Hezar û Şevekê hatim. Heger li hev were û wê qewetê di xwe de bibînim di pêşerojê de dixwazim xebateka berawirdî jî li ser wan bikim. Lew çarçoveçîroka Hezar û Şevekê jî bi şêweyeka cuda û bi navê Elîf Leylayê berê li nav kurdan, li dîwan û odeyê dihat gotin. Mixabin ew nehatiye berhevkirin baş û niha tenê bîranîna wê û navê wê maye. Elîf Leyla, kurdîkirina Elf Leyle we’l Leyleyê ye û di varyanta kurdî de bûye navê Şehrazadê. Min meseleya Elîf Leylayê li Colemergê bihîstibû, bi kurtî wekî min nivîsî bo min hat qalkirin. Hêvî dikim hinekan ew berhevkiribe yan jî ev nivîs bibe sebeb bo berhevkirina wê.
Ziman û naveroka çîrokan gelekî taybet û efsûnî ye, serpêhatiyên jinên bedew, şahzadeyên şêt, feqîrên ku bextê wan ji wan re bûye yar, serpêhatiyên cin û efrîtên qabilê gelek tiştan, eşya û ajalên sêhrdar û helbet yên dîdaktîk têrê dikin ku mirov bibe heyranê wan. Bêguman ev hêleka ron ya vê kitêbê ye. Hêla wê ya din mişe ye bi nijadperestî û zayendparêziyê. Cihû, reşik, kurd[6] û jin çar mexdûrên sereke yên Hezar û Şevekê ne û ji bilî jinan her sêyên din her tim xerab û pîs in û her bi heqaret û biçûkkirinê behsa wan dibe. Ev taybetmendiya piraniya metnên serdema navîn û antîk in ku di van her çar mijaran de gelek caran di asta cîhanê de lihevkirinek û hevkariyek nediyar di navbera wan de heye: Cihû û reşik di asta cîhanê de û li nav metnên gelêrî yên kurdan jî xerab û mirdarên ebedî ne, kurd jî di metnên cîran û birayên xwe yên ummetê de, di asta Rojhilata Navîn de xerab û dizên hemû wextî ne.
Dixwazim gelekî biaxivim li ser çîrokên Hezar û Şevekê, şiyana min û dema min têrê nake, di nivîsara bê de ez ê hewl bidim behsa hikayeta jineka kurd bikim ku herçend hîç neyê naskirin jî bi hêrs ajoyeka femînen li dijî tehdeya mêran ya li ser jinan xwe kuştiye û dengbêjan serpêhatî û bîranîna wê parastine.
Nîşe û Çavkanî
[1] Tenê di Zembîlfroşa Mûradxanê Bazîdî de, Zembîlfroş piştî ku bi xweşî nikare ji destê Gulxatunê xelas bibe, nerazîbûna xwe bi gotinên wekî namûsfiroş, rûreş, hetikfroş û hwd. eşkere dike.
[2] Di çîrokan de hêmanên erotîk zahf in, tevî ku hindek wergêrên muhafezekar yên rojavayî di wergerên xwe de beşên wiha jê avêtibin jî, li rojava vê hêla kitêbê gelekî bal kişandiye û bi îlhama wê hindek fîlm û resimên erotîk hatine berhemanîn. Vê hêla kitêbê tevkariyeka neyînî li îmaja rojhilatî û misilmanan kiriye û bûye çavkaniyek xurt bo fanteziyên oryantalîst/rojavayîyan yên derheqê misilmanan de.
[3] Antoine Galland (1646-1715), rojhilatnas û arkeologê frensî. Galland yekem kes bû ku Çîrokên Hezar û Şevekê pêşî bi ewrûpîyan da naskirin. Destxeta çîrokan ya ku bi dest xistibû tevî hinek mudaxele û lêzêdekirinan ji nû ve sazkir û li frensî wergerand. Wergera wî li nav ewrûpiyan gelekî deng veda û li gelek zimanên din hate wergerandin.
[4] Heta demeke nêzîk jî haya me jê nebû ku Galland ev çîrok ji kê wergirtine, hindekan angaşt dikirin ku wî ew ji ber xwe avêtine an jî ji destxeteka ku îro li ortê tune hildaye. Bes eşkere bû ku Hanna Diyabê marunî ev çîrok li Parîsê bo Galland vegêrane. Galland ti carî wekî çavkaniya van çîrokan behsa Diyab nekir heta ku bîranînên Diyab derketin holê. Bo zêdetir agahiyan bnr. : https://www.aramcoworld.com/Articles/July-2021/The-1001-Tales-of-Hanna-Diyab. Di heman nivîsê de, her wekî min hinekî behs kir, amaje bi wê yekê tê kirin ku çavkaniya bingehîn ya Çîrokên Hezar û Şevekê Hindistan e ku beriya 3 hezar salan jinikek metirsiya mirin an jî kuştinê bi vegêrana çîrokan ji nav dibe.
[5] Gerçî di xebatekê de hatiye diyar kirin ku çîroka Sinbadê Behrî, di wergereka tirkî ya Çîrokên Hezar û Şevekê de cih digre. Ev tê wê wateyê ku bêhemdî be jî Galland zêdegavî nekiriye di destkariyên xwe de.
[6] Ji bo îmaja kurdan ya di çîrokên hezar û şevekê de bnr. : https://t24.com.tr/k24/yazi/binbir-gece-masallarinda-kurtler,1386
Hezar û Yek Şev, (wergera ji erebî bo kurdî Menaf Osman), Weşanên Azad, 2018.
Ebü’l-Ferec Muhammed b. İshak en-Nedîm, El-Fihrist, (wergera ji erebî bo tirkî Ramazan Şeşen) Türkiye Yazma Eserler Kurumu Başkanlığı Yayınları, 2019.
https://www.iranicaonline.org/articles/alf-layla-wa-layla
-
Sala 1993yan li gundekî Dêrika Çiyayê Mazî ji dayik bû. Part-time şair e, û carna freelance gerok û xwendekar e. Du pirtûkên wî yên helbestan hene:
Anatomiya Demsalên Zer, Weşanên Evrensel, 2015.
Nêrgiza li Defterê Bişkivî, Weşanên Avesta, 2021.