Kitêbçiyan Sahaf piştî sê salan, bo cara ewil li Amedê mezada kitêban li dar dixe.
Lezgîn Akan ku zêdetir wekî Lezgin Kitêbçiyan tê nasîn, li Stenbolê gelek caran mezad li dar xistine.
Kitêbçiyan bi mezada kitêban, herî kêm bi sê zimanan, dixwaze xwe bigehîne xwîneran û asta xwendinê zêde bike.
Bi kurdî, tirkî û ingilîzî çirok, roman, helbest û li ser mijarên wêjeyî, dîrokî, civakî û zîmanî dê bi dehan kitêb di mezadê da bên firotin.
Mezad, firotina tiştan e bo kesên hazir ku yê bihayê herî zêde dide ew dikire.
Di mezadê da bihayê kitêban herî kêm bi 10 lîreyan dest pê dike û kesê ku bihayê herî zêde teklîf dike dê dibe xwedîyê kitêbê.
Bi 100TLyan (3 Dolar) bibe abone. Ji bo medyaya Kurdî ya serbixwe #MeTuHeyî, heger ji te neyê 100 TLyan bidî, her tişt ji bo te belaş e lê heger tu bikarî heqê keda Kurdî bidî kerem bike bibe abone.
Mezad 26ê Mijdarê li Kuçeya Hunerê ya Amedê, li Pîne Çand Coffeyê saet 16:00an dest pê dike û dê bi tenê sê saetan berdewam bike.
Munadî/pêşkêşkarê (kesê ku di mezadan da bihayê kitêbê qîr dike û bi rê ve dibe) mezadê Înan Eroglu û Lezgin Akan e.
Nivîsevanîya qeydîya kitêbên ku têne firotin dê Engin Ölmez bike.