Kitêbçiyan Sahaf li Amedê duyemîn mezada kitêbên kurdî li dar dixe

Kitêbfiroş Lezgîn Kitêbçiyan duyemîn mezada kitêbên kurdî li amedê li dar dixe.

Lezgîn Akan ku zêdetir wekî Lezgin Kitêbçiyan tê nasîn, li Stenbolê gelek caran mezada kitêban li dar xistîye ku wî herî dawî 26ê Mijdarê li Amedê mezada kitêbên kurdî li dar xistibû.

Kitêbçiyan bi mezada kitêban, herî kêm bi sê zimanan, dixwaze xwe bigehîne xwîneran û asta xwendinê zêde bike.

Mezad 10ê Berfanbarê li Kuçeya Hunerê ya Amedê, li Pîne Çand Coffeyê saet 16:00an dest pê dike û dê bi tenê sê saetan berdewam bike.

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir