Weşanxaneya Dozê li malpera xwe daye zanîn ku kitêba helbestan ya Suphiye Bulutê derketiye. Helbesta ku ji bo danasînê hatî weşandin ev e:
Roja nifteya hêviyên min
Avêtin behra bê binî
Pêlên hêsirên çavên min
Ez berdam nav pêlên reş
Min ji mexlûqên behrê pirsî
Ka mifteya dilê min li ku ye?
Gotin masî daqurtand
Min go gelo ev masî li ku ye?
Gotin bi çengelê masîgirekî ve
Hatiye girtin û çûye
Suhhiye Bulut kî ye?
Suphiye Bulut di sala 1963an de li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Xwendina xwe li bajêr heya dibistana navîn qedandiye. Li Amedê di daîreya fermî a Köy Hizmetleri de xebitiye. Bulut li Stenbolê dijî û li ser zimanê kurdî xebatan dike, helbest û çîrokan dinivîse. Çend helbestên Bulut sala çûyî, di berhema Helbestên Jinên Wêjkar de çap bûne
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.