07/04/2025
Kitêba ewil a çîrokan a Erdal Aktaş, bi navê Kaxeza Vala ji Pall Weşanê derketiye. Kitêb ji 10 çîrokan pêk tê û Engin Ölmez edîtoriya wê kiriye. Xebata nû ya edebî bala xwendevanan dikşîne û berhemeka girîng a edebiyata kurdî tê hesibandin.
Nivîskar Erdal Aktaş kî ye?
Erdal Aktaş di sala 1980yî de li Dêrika Çiyayê Mazî hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Yüzüncü Yılê ya Wanê, beşa zanistên fenî qedandiye. Nivîsên wî di kovarên wekî Çirûsk, W û Yokuş Yola de weşiyane. Niho li Diyarbekirê dijî û mamoste ye. Kaxeza Vala, kitêba wî ya ewil e.
Ji nivîsa bergê
“Barê dinyayê giran e. Ewqas çiya û mirov. Her zebeşekî Amedê herî kêm deh kîlo ye. Du firingiyên Licê kîloyek e. Ev dinya dê çawa zû bigere. Her tişt her roj mezin dibe. Barê dinyayê heta evarê deh hezar caran girantir dibe. Dinya di rê de nemîne jî baş e. Kîjan kêmaqil dikare bibêje îro dê biqede û bibe sibe? Hatina roja îniyê ne eseh e ku –jixwe roja xêran e‒ hatina roja duşemê eseh be. Teewww! Belkî, yekî di tariya fezayê de singekî tûj di dinyayê de cit kiribe! Eger dinya di cihê xwe de bimîne? Eger destekî nûranî cihê dinyayê biguherîne û ji rojê dûr bixe, roja îniyê dê çawa biqede? Ew dê çawa bibe sibe û roja duşemê bê? Na… bi Xwedê na… Roja duşemê nayê! Ez dizanim nayêêê!”
Agahîyên kirînê
Xwendevan dikarin vê kitêbê ji pallwesan.com û kitêbfiroşan bixwazin.
Çavkanî: Botan Times, Pall Weşan
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.
Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.