Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Kitêba Cilwe Mishefa Reş” ji Weşanxaneya Avestayê derketiye

15/01/2025

Weşanxaneya Avestayê di destpêka sala 2025an de berhema xwe ya pêşîyê ya bi navê “Kitêba Cilwe Mishefa Reş” derxistiye. Beşeka kitêbê ji alîyê Emîn Narozî ve ji erebî û beşa dî ji aliyê Fexriye Adsayê ve ji Ingilîzî hatiye wergerandin.

Di berhevokê de çi hene?

Di vê berhevoka 80 rûpelî de “Kitêba Cilwe”, “Mishefa Reş” û “Nivêjên Êzîdiyan” cih digirin. Herwiha nivîseka Xanna Omerxalî ya li ser dîroka van kitêban jî di nav de ye. Nivêjên Êzîdiyan ji Kovara Hawarê hatine wergirtin û ji alîyê Idrîs Farqînî ve hatine transkrîbekirin. Fexriya Adsayê ji Ingilîzî wergerandiye.

Teksta êzdiyan cara pêşî kengê derket?

Kultura êzdiyatiyê bi giştî kultureka devkî ye û tekstên xwe yên pîroz jî bi devkî gotine. Li gorî kevneşopa êzdiyan, wan Kitêbeka Pîroz hebûye ku li mala êzdiyekî veşartî bûye an winda bûye. Ji sala 1880yî ve, du deqên pîroz bi erebî hatine belavkirin.

Kitêbên orjînal li ku derê ne?

Li gorî nivîsên Anastase-Marie yên sala 1911an, wî di kitêbxaneya Lalişê de qutîyeka hesinî dîtiye. Di vê qutîyê de orjînalên kitêbên pîroz ên êzdiyatiyê hatine parastin. Kitêbên orjînal li ser çermê xezalê hatine nivîsandin. Qutîya ku kitêb tê de ne bi sê mifteyan hatiye parastin û ev mifte li cem Mîrê Êzdî, Mîrê Şêxan û serkirdeyên Lalişê bûne.

Kitêb bi kîjan zimanî hatine nivîsandin?

Li gorî agahîyên kitêbxanevanekî êzdî, kitêbên êzdiyatiyê di eslê xwe de bi kurdî hatine nivîsandin û bi wehiyeke ji Xwedê bo êzdiyan hatine şandin. Kitêb di qutîyeke ji dara gûzê de, di şikefteke li Şingalê binaxkirî de bûye û dûre ji kurdî bo erebî hatiye wergerandin.

Çavkanî:

  • Weşanxaneya Avestayê

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Kitêba li ser Şoreşa Şêx Seîd û neteweperwerîya kurdî hatiye weşandin

Weşanxaneya Avestayê kitêba bi navê “Kürt Milliyetçiliğinin Ortaya Çıkışı ve Şeyh Said

Romana Balsam Karamê bûye kurdî

Romana bi navê “Yekaneyî” ji Pall Weşanê derçûye. Robîn Şahîn ew ji

“Neteweperwerîya şanoya Kurdî” bû pirtûk

Pirtûka “Tiyatroda Kürt Milliyetçiliği: Irak Kürdistanı’nda Performans, Politika ve Direniş” (Neteweperwerîya Kurdî