Kilîd û Mifteya Elenîyê

Kilîd û Mifteya Elenîyê
Kilîd û Mifteya Elenîyê
Selahattin Bulut

Derketim ber derî min li qorîdorê, li çayxaneyê nerî, ne lê bû! Min baz da devê pasajê, tunebû, min li ser cadeyê li wê hêlê vê hêlê nerî, min nedît! Çawa hatina wî min nedîtibû çûyina wî jî weha min nedîtibû! Wek heyva ewr bi ser keve hema xuya bûbû û wenda bûbû! Ji wê rojê heta bi îro gelek sal derbas bûn, hê jî ez nizanim ew meriv kî bû, çi bû! Bayekî ew anîbû û biribû. Ez carna dibêm belkî Elenîyê ew şandibe!

***

Dawiya salên 90an bû. Wek Medya Kitabevi çar pênc mehên me çêbûbûn ku li Beyoglûyê, li ser kolana Îstîklalê ji pasaja Aznavûrê me bar kiribû pasaja Elhamrayê. Ciyê me yê nû dikaneke biçûk bû, lê nîvqata wê ya jorê hebû û têra me dikir, jixwe kitêbên me yên kurdan wan salan hindik bûn.  

Xwediya dikanê ya berê jineke rûm bû. Min meraq dikir, gelo navê wê çi bû? Min ji cîranan pirsî, kesî nizanîbû. Li pasajê bi navê Mod Krîstîn du dikanên kirasên bûkaniyê hebûn, min pirsî wan jî nizanîbû. Di wê navê de ez gelek navên rûmkî yên jinan hîn bûbûm, min dixwest ji jinika rûm re navekî bibînim, min ji navê Elenî hez kiribû, û ji wê rojê de ye ez dibêm Elenî.. Dikana Elenîyê, dolaba Elenîyê, paceya Elenîyê… 

Ez li hundirê dikanê li şopên Elenîyê digeriyam. Tiştên jê mabûn wek emanet min lêdinerîn, lê min ê karîba heta kengî biparastina, eşyayên şêst heftê sal berê bûn û yên piştî wê hatibûn baş lê nenêrî bûn. Loma bikaranîna wan êdî zehmet bû. Jixwe kilîda dikanê êdî qet nedibû. Xanî be an jî dikan be wextê min bar dikir mekanekî nû, min kilîda derî miheqeq diguherî. Lê vê carê min weha nekiribû. Çi zanim, carna destê mirov li tiştina nagere, kilîda Elenîyê bû, kilîdeke berê ya kevnare bû û min qêmîş nedikir. Derî rehet dihat girtin lê dereng vedibû, sibehan carê hebekî ez bi xwe dibilandim, min digot de tiştek nabe waye vedibe, lê vê sibeyê pir eqs kir, min çi kir venebû!   

Ez difikirîm ku herim çilingîrekî bînim, min nerî çilingîrek bi çenteyê xwe yê aletan li ber min hazir bû! Baskên wî tune bûn lê wek ku ji esmana xwe berî xwarê da be, min hew dît li ber min e. Min bawer nekir! Min got qey ez di çîrokeke zemanê berê de me û min destê xwe du cara li hevdu xistiye û çilingîr amade bûye. Çenteyê xwe vekir û alet û edewatên xwe derxistin. Min li alavan nerî erê, yên vî zemanî bûn. Li kilîdê nerî, destikê derî çend cara berjêr û berjor kir û derî hebekî hejand. Mifte ji min xwest, min dayê. Bû xirte xirta wî. Got, ‘‘Ez ê vekim, zanim tu ji vê kilîdê pir hez dikî, lê zemanê xwe temam kiriye, gerek bê guhertin.’’ Hela, hela! Kî ye ev mirov, çawa zane ji vê kilîdê pir hez dikim!?  Min got, ‘‘Xorto, tu kî yî, min tu nas nekirî?’’ Mizicî û got, ‘‘Ez te nas dikim, dikana min nêzî vê derê ye, ez carna têm vê derê çayê vedixwim, ev çendek e ez dibînim ku derî te mijûl dike…’’ Min got,‘‘Wê çaxê tu zanî, çi lazim be bike!’’ Wek ku gotibû derî vekir, kilîda kevn derxist, çû ji nalbûr, an ji dikana xwe kilîdeke nû anî, bi cî kir, çend cara derî girt û vekir û mifteya nû da min.

Dûyên ampûlan jî êdî bi hemd kevn bûbûn, carê bêtemasî çêdibû û ronayî diperpitî. Vê pirtepirta ronayiyê bala wî kişandibû, got, ‘‘Dûyên ampûlan zengê avêtinê, divê bên guhertin, tu bixwazî ez ê wan jî çê bikim.’’ Min got, ‘‘Dibe.’’ Tornawîdeke cereyanê ya koka wê vêdiket, ji çenteyê xwe derxist, pirîzên dikanê û dûyên floresanan yek bi yek kontrol kir, baz da çû ji dikaneke ku alavên cereyanê difirotin, hin tiştên jê re lazim bûn, anîn û dûyên bi kêr nedihatin û floresanên şewitî giş guherandin. Carekê du cara ew bişkoka ceyranê girt û vekir û li min nerî. Bi rastî jî ronayiya hundir gelekî xweş bûbû. Wek ku kilîda deriyê xwe û ronayiya dikana xwe çêkiribe kêfa wî dihat.      

Wî li ber derî, li hêla derve, aletên xwe didan hev û dixistin çenteyê, di wê navê de ez jî derbasî hundir bûm, min got ji qaseyê heqdestê wî û ji bo kilîd, dûy û floresanên kirîbûn pere jê re bînim. Min pere rahiştê û li xwe fitilîm, ne li ciyê xwe bû. ‘Hela, bi ku de çû!?’ Derketim ber derî min li qorîdorê, li çayxaneyê nerî, ne lê bû! Min baz da devê pasajê, tunebû, min li ser cadeyê li wê hêlê vê hêlê nerî, min nedît! Çawa hatina wî min nedîtibû çûyina wî jî weha min nedîtibû! Wek heyva ewr bi ser keve hema xuya bûbû û wenda bûbû!    

Ji wê rojê heta bi îro gelek sal derbas bûn, hê jî ez nizanim ew meriv kî bû, çi bû! Bayekî ew anîbû û biribû. Ez carna dibêm belkî Elenîyê ew şandibe!