Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Kiliçdaroglû: Yên ku derbeyê pêk tînin hûn in

02/05/2023

Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) û namzetê Parlamenteriyê yê Tifaqa Netewparêz Kemal Kiliçdaroglû li Agiriyê bi gel ra civiyaye.

Kiliçdaroglûyî di axavtina xwe da bersiva Wezîrê Karûbarên Hundir Suleyman Soylûyî daye ku Soylûyî hilbijartina giştî ya 14ê Gulanê bi gotina “hewldana derbeyê” penase kiribû.

Soylûyî di axavtina xwe da gotibû, “15ê Tîrmehê hewldana derbeya fîlîlî ya wan bû. Niha ez li vir dibêjim. 15ê Gulanê jî hewldana derbeya siyasî ye. Gelekî zelal û aşkere ye. 14ê Gulana 2023yan hewldana derbeya siyasî ya Rojava ye.”

Kiliçdaroglûyî bersiva van gotinan daye: ”Yek ji vana dibêje, gava kesên diçin ser sindoqan dema dengan bidin û desthilatdarî biguhere wê darbe pêk bê, yaw ên ku derbeyê pêk tînin hûn in. Di darazê de bêedaletî heye. Ger zarokek birçî be tê wateya ku li wî welatî bêedaletî heye. Ger hûn heq û hiqûqa Emîne Şenyaşarê nedin wê, tê wê wateyê ku bêedaletî heye.”

Çavkanî: bîanetkurdî

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan