Kiliçdaroglu û Akşener dê îro Sêşemê bicivin

27/12/2022

Medyaya Tirkîyê îro Sêşeme radigihîne ku Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu û Seroka Îyî Partî Meral Akşener dê îro Sêşemê bicivin.

Kiliçdaroglu û Akşener wê li kû û di çi saetan de bicivin ne bêlî ye.

Çaverê ye Kiliçdaroglu û Akşener ser peywendîyên her du partîyan biaxifin ku di demên dawî de di navbera wan de girjî çêbûne. 

Hêjayî balkişandinê ye, berpirsên CHPyî di demên dawî de ser daxuyanîyên Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş gotinên erênî dikin.

Îyî Partî di spektruma sîyasî de li merkez-rastê ye, lê bi CHPê re di Tifaqa Miletî de ye.

Foto: CHP Twitter- SS


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Tarîxname: Benazîr Butto îro hat kuştin

Weşana paşê

Du hevserokên DBPê hatin girtin