Kiliçdaroglu îro serdana HDPê dike

Namzedê Serokkomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu serdanên xwe didomîne. Kiliçdaroglu îro saet di 12:00an de dê serdana Hevserokên Giştî yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bike. Tê payîn ku hevdîtin li Meclîsê pêk were. Çi bîbû? Beriya niha hatibû ragihandin ku Kiliçdaroglu dê di 18ê Adarê de li Navenda […]

Kiliçdaroglu îro serdana HDPê dike
Kiliçdaroglu îro serdana HDPê dike
Botan Times
  • 20 Mart 2023 08:26

Namzedê Serokkomariyê yê Tifaqa Netewî Kemal Kiliçdaroglu serdanên xwe didomîne.

Kiliçdaroglu îro saet di 12:00an de dê serdana Hevserokên Giştî yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar bike.

Tê payîn ku hevdîtin li Meclîsê pêk were.

Çi bîbû?

Beriya niha hatibû ragihandin ku Kiliçdaroglu dê di 18ê Adarê de li Navenda Giştî ya HDPê biçe serdana Hevserokên Giştî yên HDPê.

Civîna ku biryar bû di 18’ê Adarê de pêk bihata ji aliyê HDP’ê ve hatîbû taloqkirin.

HDPê dîyar kir ku ji ber lehîya li Rihayê wan civînê taloq kirine.