Kiliçdaroglu: Nalet li we û dûzena we were

Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ser qebûlbûna cezayê li Osman Kavala û hevalên wî hatiye birîn bertek nîşan da. Kiliçdaroglu ji Twitterê li ser nûçeyeke ku qebûlbûna cezayê radigihîne ‘’Nalet li we û li dûzena we ya gemarî were’’ nivîsî. Wî dîyar kir ku ewê edaletê bînin welêt û ewê Vera karibe […]

Kiliçdaroglu: Nalet li we û dûzena we were
Kiliçdaroglu: Nalet li we û dûzena we were
Botan Times
  • 28 Aralık 2022 16:51

Serokê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu ser qebûlbûna cezayê li Osman Kavala û hevalên wî hatiye birîn bertek nîşan da.

Kiliçdaroglu ji Twitterê li ser nûçeyeke ku qebûlbûna cezayê radigihîne ‘’Nalet li we û li dûzena we ya gemarî were’’ nivîsî.

Wî dîyar kir ku ewê edaletê bînin welêt û ewê Vera karibe bavê xwe hembêz bike.

Vera navê keça Tayfun Kahraman e ku di Doza Gezîyê de ceza sitandiye.

Dadgeheke Stenbolê di meha Nîsanê de bo Osman Kavala muebet û bo 7 hevalên wî 18 sal cezayê zindanê xwestibû û ew ceza îro ji alîyê mehkemeya jorîn ve hat qebûl kirin.

Kavala û hevalên jiber hewildana hilweşandina dewletê sûcdar têne dîtin. 

Foto: CHP – Website