Kî Qedayifa Tescîlkirî ya Amedê dixwin?

Nıvîskar:
12 months berê

Yek ji mişterîyên qedayifê dibêje ku wî du sal in ne ji bo malbata xwe ne jî ji bo mehvanên xwe nekarîye qedayifê bikire. Ew lê zêde dike ku heta rêveberîya welatî bi vî rengî be ew dê nekarin qedayifê bikirin û bixwin. Ew beyan dike ku ev kêşeya aborîyê ne ji bo qedayifê û ne tenê li Amedê lêbelê li temamîya welatî û di her qadên jîyanê da ew kêşe heye.

Li Amedê piştî Cîgerê eleqeyeka zêde ji bo qedayifê tê nîşandan. Yek ji xwarinên meşhur yên Amedê qedayif e ku li gorî qedayiffiroşan şêranîya herî zêde tê tercîhkirin qedayif e. Qedayif yek ji xwarinên Amedê yên tescîlkirî ye.

Ligel zêdebûna malîyeta tiştan bihayê qedayifê jî zêde bûye. Li gorî qedayiffiroşan salek berê bihayê kîloyek qedayifê 50-60-70 lîra bûye lêbelê îsal herî kêm 5 qatê wê zêde bûye ku ev jî teqabilî 300-350 lîreyî dike.

Qedayiffiroşên Amedê û mişterîyan pirsên Botan Timesê yên derbarê kirîn, biha, û rewşa mişterîyan da bersivandin.

Emre Akdenîz qedayiffiroşek e li Derê Çîyê ku ev deh sal in wî karî dike. Ew dîyar dike ku mişterîyên nû kêm bûne lê yên biyanî (derveyî Tirkîyeyê) kêm nebûne. Qedayiffiroş destîşan dike ku gava kesekî biyanî tê Amedê tekane şêranîya ku bixwe qedayif e û dema ew tên Amedê jî destvala venegerîyane bo kes û karên xwe qedayif birine. Lêbelê ew mişterîyên xwecih ên Amedê wekî problemekê dibîne ku ew şêranîyê gelek nakirin li gorî yên biyanî.

Ew serincê radikêşe ser aborîya welatî ku malîyeta her tiştî gelek zêde bûye ku Akdenîzî beyan kiriye kîloyeka qeayifê 370 lîra ye ku vê bihabûnê jî bi malîyeta melzemeyê ve girê dide. Herwiha ew lê zêde dike ku di navbera salekê da her tişt evqas biha bûye ku wekî nimûne jî bihayê salên borî yên qedayifan tîne ziman.

Emre li gorî çavdêrî û firotina xwe ya qedayîfê beyan dike ku herî zêde Burma Qedayifa bifistk tê firotin.

Qedeyaffiroşekî din yê Derê Çîyê (ku wî nexwestîye navê xwe bide) dibêje ku dema turîstên biyanî hatine tekane pirsa ku wan kirine “Qedayifa Amedê heye?” bûye. Herwiha xwecihên Amedê jî eleqeyeka baş didine qedayifê ku xwedîyê mekanî wisa dibêje “Mişterîyên Dîyarbekirê jixwe xelas nabin, ew tema devê xwe dizanin û dikirin.” Li ser navdarbûn û belavbûna navê qedayifa Amedê jî wiha beyan dike ku ew kesên xwarine ji ew kesên nexwarina ra gotine û wan jî kirîne. Ew li ser mijara “Gelo qedayif ya Amedê ye an ya Çewlîgê ye?” jî beyan dike ku qedayifa herî xweş û ya navdar a Amedê ye.

Xebatkarekî qedayiffiroşî ku bi salane wî karî dike, li ser aborîya welatî di peywenda kirin û nekirîna qedayifan da beyan dike ku ekonomî xerab nebûye. Qedayif hem li gorî rêjeya mişterîyan hem jî ji berê zêdetir tê firotin. Ew destnîşan dike ku maseyeka wan ya vala namîne û milet li ser pêyan li benda valabûna maseyê disekine. Ew dibêje ku “Milet tê li ser pêyan disekine, em dibêjin 5 deqîqeyan bisekinin. Hêj me qedex û peçeteyên li ser maseyê ranekirin hinek din tên dewsa wan.”

Yek ji mışterîyên qedayifê dibêje ku wî du sal in ne ji bo malbata xwe ne jî ji bo mehvanên xwe nekarîye qedayifê bikire. Ew lê zêde dike ku heta rêveberîya welatî bi vî rengî be ew dê nekarin qedayifê bikirin û bixwin. Ew beyan dike ku ev kêşeya aborîyê ne ji bo qedayifê û ne tenê li Amedê lêbelê li temamîya welatî û di her qadên jîyanê da ew kêşe heye.

Ew muqayesekê ligel salên berê dike û destnîşan dike ku wan salên berê mehê 2-3 caran dikarî qedayifê bikirin lêbelê ji bo aniha ew beyan dike ku 6 mehan an jî salê carekê ew dikarin bikirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Engin Ölmez

Derçûyê beşa Edebîyat û Zimanê kurdî û Mastera bitez a kurdî ye. Olmez, ji bilî karê akademîyê li Mirza Basım Yayım Dağıtım Sanayi ve Ticaret Limited Şirketi (Pirtukakurdi)yê wekî asîstan xebitîye. Wî edîtorîya 3 kitêban û redaktorîya kitêbekê kirîye. Li companîya Thotsê a Çînê karê deşîfrasyonê di zimanê kurdî da kirîye. Wî li ser malpera Kurdshopê, wek qunciknivîs li ser edebîyat, çand û hunerê nivîsîye. Ew li Botan Internationalê wekî edîtorê nivîsaran dixebite.

Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û