Kî Medyaya Kurdî Dixwîne?

Li ber çavê gelek kurdan ziman keştiyek e û di nav pêlên polîtîzasyon û krîmînalîzasyonê de nikare derkeve sahila selametîyê. Em dikarin bêjin piranîya piştgir û alîgirên AK Partîyê di vê rewşê de ne, lê ev nayê wê maneyê ku HDPyî ji wir pir dûr in. Ji ber vê yekê ez îro qet mimkun nabînim ku kurdên piştevanîya AK Partîyê dikin bibin xwedî rojnameyeke kurdî.

***

Çend roj berê Murad Bayram li Botan Timesê du nivîs weşandin. Yek ji wan bi navê Kurdên ku piştevanîya AK Partîyê dikin çima ne xwedîyê rojnameyeka kurdî ne? bû û ya din jî li ser encamên anketekê bû ku derheqê Botan Timesê hatiye kirin. Ez ê di vê nivîsê de biceribînim ku derbarê vê meselê de nîqaşê firehtir bikim.

Em wek Kurdish Studies Centerê hema hema di her lêkolîna xwe de rewşa zimên jî didin ber xwe. Lê di lêkolîneke berfireh de min bi kesên xwedî zarok re mulaqat dikirin û ji wan rewşa zimên dipirsî ka çiqasî dizanin, bikar tînin û fêrî zarîyên xwe dikin. Hinek ji wan ku em dikarin bêjin qadeke fireh e, digotin ku ew di nav problemek bi zimên ve girêdayî de mezin bûne. Yanî tirkî nizanibûne neheqî li wan hatiye kirin, fêrî tirkî bûne îja li metropolên Tirkîyê tirkîya wan ew daye ber çavan ku ne tirk in, dîsa neheqî li wan hatiye kirin.

Bi nêrîna van kesan roj û zeman derbas bûye û ziman bûye werîsek di navbera dewlet û sîyaseta kurdan de. Wan malbatan digotin “em naxwazin zarokê xwe di nav krîzeke zimanî de bihêlin, ji ber vê yekê jî em wan hînî Kurmancî/Zazakî nakin”. Krîza zimanî. Çawa yanî? Bi gotina wan “dewlet krîmînalîze dike û partî jî polîtîze dike” ji ber ku kes zimên bi halê xwe ve bernade. Ji bilî zimên mane û mîsyonên din li zimên bar dikin.

Belkî deh sal berî van mulaqatan min îşareteke vê hîssîyatê ji dayika xwe girtibû. Keçika min Xwedê da û wexta ziman pê ket, min ji dîya xwe re got “bi torina xwe re kurmancî şora bike.” Ew dayika min a ku min heta îro pê re yek kelîme tirkî neaxivîme, vegeriya ji min re got “lawkê me çû Diyarbekrê ji rê derket, bû filankesçî” Min fam kir ku li ber çavê diya min kurdîya di navbera min û wê de normal û tabîî ye, lê ya navbera min û keça min de polîtîk e. Malbatên ku deh sal piştre min bi wan re mulaqat dikirin hîssîyata dayika min tefsîr dikirin.

Yanî, xala yekem: Li ber çavê gelek kurdan ziman keştiyek e û di nav pêlên polîtîzasyon û krîmînalîzasyonê de nikare derkeve sahila selametîyê. Em dikarin bêjin piranîya piştgir û alîgirên AK Partîyê di vê rewşê de ne, lê ev nayê wê maneyê ku HDPyî ji wir pir dûr in. Ji ber vê yekê ez îro qet mimkun nabînim ku kurdên piştevanîya AK Partîyê dikin bibin xwedî rojnameyeke kurdî. Li aliyê din, îro li alîyê hikûmetê kurdî heye lê ne azad e ku her piştgirê/a kurd li gor xwe rojname û televîzyonan veke. Tu qet serê dewletê neêşînî jî dewlet wê serê te biêşîne. Mixabin, îro zeman û zemîn ne musaîd e. Divê ev rastî li ber me be û em li gor vê rastîya xwe tevbigerin.

Li hember vê rastiyê hêvî jî ev e ku îro xwestek û taleba herî hevpar a kurdan ziman e. Di lêkolînan de xwestina xizmetên bi zimanê kurdî %80yî zêdetir e. Yanî ji AK Partî û Hudaparê heta HDPyê, ji rastgiran heta çepgiran, ji oldaran heta sekûleran piranîya kurdan wexta jê tê pirsîn ziman dixwazin. Lê heta ku ziman normalîze nebe yanî ji bin sîya polîtîzasyon û krîmînalozasyonê dernekeve, xwe nadin pêş. Bang û kampanyayên derheqê zimanê kurdî û dersên kurdî de divê li ser vê yekê baş bifikirin û stratejîyan ava bikin, da ku sibe nebêjin “yaw me dinya da ber xwe, tweetên me bi milyonan hatin dîtin, çawa jimara xwendekarên kurdî ji 20 hezarî derketîye 21 hezarî?”

Xala duyem li ser encamên anketê ye ku analîza xwendevanên Botan Timesê dike. Helbet ev anket temamê xwendevanên kurd temsîl nake, lê derheqê wan û xwendevanên Botan Timesê de çend tiştên muhim dibêje.

Li gor anketê xwendevanên Botan Timesê mêr in, xwende ne, welatperwer an neteweperwer in, demokrat û sosyalîst in, sekuler in. Xwezî di rapirsîyê de aligirîya partîyan jî hebûya ku me zaniba ka rêjeya wan çawa ye. Lê dîsa jî ev encam li gor min ne encamên kêfxweşîyê ne. Li gor vê anketê em dikarin bibêjin ku zêdetir aktivîstên zimên bi xwendinê re eleqedar in. Di encamên anketê de rêjeya mihafazakaran %2,5 e. Ka me binêrin li Tirkîyê asta xwendina kurdan çawa ye: Herî kêm Ji %61ê kurdan tehsila wan ji lîseyê kêmtir e. Ji %24ê wan lîse qedandine û ji %15 jî tehsîlek ji lîseyê bilindtir kirine. Di nav wan de yên ku mastir û doktora qedandine ji % 1.5 e. Yanî tehsîla mastir û doktorayê di nav kurda de hîn marjînal e. Ev jî tê wê maneyê ku xwendina kurdî di nav vê koma marjîinal de bi rih û can e. Lê ev kom ji sedî çendê kurdan e?

Anket û rapirsî ji rojname û saziyên medyaya kurdan re çend mesajan dibêje. Hûn formata nûçeyan û zimanê xwe li gor bilind-xwendeyan didin ber xwe û zêdetir rojeva kurdan radigihînin. Lê hostayekî ku li senayiyê qaportayan çêdike, hûn dê çawa xwe bigihinin wî? Hûn dê çawa xwe bigihînin dayika min? Yên ku bixwazin magazînan, xeber û peyamên îslamî bibînin, yên bi xweza û fezayê re eleqedar in, hûn xîtabî wan dikin an na? Ev meseleyên muhim in. Divê bi kurdî, lê meseleyên ne tenê kurdî, meseleyên din jî di wan mecrayan de bigerin.

Ez naxwazim şaş werim famkirin, lê yên van xizmetan bi zimanê kurdî dikin xizmeteke qîmetgiran dikin. Lê ger mijar firehkirina qada zimên be û li ser medyaya bi kurdî be, divê ev mesele werin nîqaşkirin.

Nivîskar/rojnameger

Reha Ruhavioğlu
Lêkolîner e. Di qedemeyên cûda de rêveberîya sazîyên muxtelîf yên wekî fikrî, lêkolîn û mafên mirovan kirîye. Di deh salên dawî de di nava lêkolînan de cih girtîye yên ku di bin banên sazîyên cûda da hatine kirin. Yek ji avakarê Rawest Araştırmayê ye. Niha jî dîrektorê Kurdish Studies Centerê (Navenda Lêkolînên kurdî) ye ku di serî de Kurdên li Tirkiyeyê, derbarê kurdan de lêkolînên siyasî û civakî dike.