Nina Simone di sala 1933yan de li malbateke xizan hatibû dinê. Navê wê yê eslî Eunice Kathleen Waymon bû. Hêj di dema zarokatiyê de qabîliyeta wê ya hêja bo muzîkê derketibû holê. Lê jiyana Ninayê şahidiya wê rastiyê dike ku endustrî û bazara mûzikê ji xeynî bar û klubên şevê tu cih nehiştibûn ku mirovên reşik hunera xwe îcra bikin. Li aliyê din, rewşa siyasî jî zor dida hunermendên ku dixwestin bi hunera xwe piştgiriyê bidin tevger û têkoşînên mirovên reşik. Ew jî ji aliyê şêwaz û naverokê ve tesîr li ser muzika wan dikir.
Salên 1960î li Amerikayê tevgerên mafên sivîl geş û belav bûbûn. Nina Simoneyê jî bi deng û mûzika xwe bû endameke tevgerê û bi awayekî çalak tê de cih girt. Di sala 1963yê de di meha hezîranê de yek ji rêberên tevgerê Medgar Evers hat kuştin. Çend meh şunda jî li Dêra Baptîstê ya li Alabamayê bombe hat teqandin, çar keçên reşik hatin kuştin û yê pêncemîn jî ji çavan bû ango kor bû. Ninayê strana xwe ya ewil a protest bi navê Mississippi Goddam [Missisipiya Lanetkirî] li ser wan bûyeran nivîsî. Stran hat qedexekirin û Nina Simone bû hedefa dewletê. Endustriya muzikê ya Amerîkayê jî belavkirina albûmên wê asteng kir û di tevahiya jiyana wê de nehîşt ku tesîra wê zêde bibe.
Tecrûbeyên jiyanî û siyasî yên Nina Simoneyê, hişmendiya wê ya li ser trajediya mirovên reşik bi taybetî jî li ser trajediya jinên reşik zêde kir. Nina Simone, di sala 1963yê de straneke bi navê Kevoka Reş [Blackbird] got. Di stranê de wekî amûrên muzîkê tenê bongo, cureyekî dahola efrîkî hebû. Dengê Nina Simoneyê û yê bongoyê ku her du jî bi eslê xwe efrîkî bûn, bi zorê ji kokên xwe hatibûn qutkirin û wekî kole biribûn Amerîkayê. Wan şahidiya huzn û elema wê koçberî, bêwelatî û koletiyê dikirin.
Piştî ewqas tecrûbeyên trajîk ên mirovên reşik Nina Simone hîn bûbû ku rê li ber wan hatiye girtin. Ji xeynî kuştin û talanê ti rê xuya nedibû li asîmanê spî, bi taybetî ji bo jinên reşik. Ji her kesî bêhtir jin bibûn qurbana pergala koletiyê ya bi sedan salan. Ji ber vê yekê, Ninayê di stranên xwe de bêhtir bal dikişand ser trajediya jinên reşik. Stranên Four Women [Çar Jin] û Blackbird [Kevoka Reş] rasterast vê trajediyê tînin zimên. Di strana Çar Jin de ku gotin û mûzîk aîdê wê ne, zilm û talanê bi çar klîşeyên derbarê jinên reşik ve gire dide. Ew stran sîstema kolonyal û patriyarkal bi awayekî baş radixe ber çavan bê çawa dest dane hevdu da ku keda jinan bixwin û rûmeta wan bişkînin. Jinên reşik di serî de ji aliyê çînî, zayenda civakî û nijadî ve, yanî ji her aliyî ve hatibûn kolonîzekirin. Kevoka Reş bi dengê zîz ê Simoneyê hawarek û şînek bû li ser qeder û kedera jinên reşik. Kevoka Reş a Simoneyê, wekî sirûda jinên reşik [1] bû sembola êş û elemên wan û ji wê jî zêdetir bû sembola hovitiya pergala kolonyalizmê ku bi sedan salan li ser wan hukm dikir.
Nina Simone, Kevoka Reş a ku firîna wê hatibû astengkirin, di sala 2003yê de di xewna xwe de, baskên xwe da hev û li esmanê mirinê bi azadî firî. Piştî merasîma cenazeye, xweliya wê li ser çend welatên Efrikayê hat belavkirin. Wekî misteke xweliyê vegeriyabû wan welatan ku wekî kolê ji wan hatibû qetandin. Çîrokeke enqayê ya efrîkî ye Sîmone. Di dawiya firîna xwe de bû xwelî û ji esmanan li ser axa xwe barî. Ji ser xweliyên wê û ji yên kevokên mîna wê bi hezaran kevokên cihêreng bask didin hev, xwe hildidin jor û hewl didin ku bifirin li esmanên tarî.
Kevoka Reş
Çima tu dixwazî bifirî ey kevoka reş, tê qet nikaribî
Tu cih têra xwe mezin nîne ku hestirên çavên te hilgire
Ji ber ku navê diya te tenêtî û yê bavê te êş bû
Û wan navê te danîn xemgîniya biçûk, tê nikaribî carekî din hez bikî
Vêga tu çima dixwazî bifirî ey kovaka reş, tê qet nikaribî
Wê tu kes tune be ku pişta te bigre û qîmet bide te
Xwezî te fehm bikira delala min, tu kes, te li tu derê naxwaze
Vêga, çima tu dixwazî bifirî ey kevoka reş, tê qet nikaribî
Çavkanî
Black Bird, https://www.youtube.com/watch?v=139fXzrRjyc
Nina Simone’s Blackbird: “An Anthem for the Struggle&Pain of a Black Woman” https://blackthen.com/nina-simones-blackbird-the-struggle-pain-of-a-black-woman/