Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Kêşanên rêzefîlma “MiGoo”yê dest pê kirine

15/04/2022

Kêşanên rêzefîlma “MiGoo” li Batmanê dest pê kirin. Ekîba rêzefîlma “Îşev”ê ku ji hêla sed hezaran kurdan ve bi hezkirin dihate temaşekirin niha dîsa li Batmanê dest bi xebat û keşanên projeya xwe ya nû ya bi navê “MiGoo” kirine. Ekîbê kêşanên rêzefîlma Îşevê xilas kiribûn û niha heman ekîb, bi guherînên kast, mekan, çîrok û ekîba teknîk dest bi karê nû kiriye.

Kêşanên projeya nû berî du rojan dest pê kirine û dê beşên wê jî di demek nêz de bên weşandin. Di derbarê projeyê û kêşanan de lîstikvan Gulan Mizgînê çend agahî dane me û ev gotin:

“Me dest bi kêşanê kir lê weşandin hêj ne dîyar e, lê di demeka gelekî nêz de wê were ev teqez e. Temaşevan bi kelecanîyek mezin li benda rêzefîlma MiGoo yê ne. Li ser medya civakî şîrove û peyam gelek tên. Enerjî û atmosfera di nav lîstikvanan ezamet e. Enerjîyek pir bilind heye. Em ji xwe û ji rêzefilma xwe bi bawerin.”

Herweha ji setê jî çend wêne bi me re parve kirin:

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Botan Times navberê dide weşana xwe

Bi vê nivîsa 4.206ê piştî weşana 5 salan em navberê didin weşana

Erdal Kaya li Kanadayê bû û temaşevan ji kenan “zikopişto” kiriye

Erdal Kaya, komedyenê ji Batmanê, şowa xwe ya bi navê “zikopişto” li

Ahmet Çelîk: Nivîs bîr e! – Hevpeyvîn: Metîn Aydin

Di vê hevpeyvîna ku ji aliyê Metîn Aydin ve ji bo Botan