Kêmber: Jiyanên Natemam û Hevşabûnên Derengmayî

  • 08/01/2024
Kêmber: Jiyanên Natemam û Hevşabûnên Derengmayî
Ramazan Kaya Fotoğrafı

Ramazan Kaya

08/01/2024

Taybetmendiya herî neyînî ya romanê ew e ku di romanê de dozaja îronîyê digihîje asteke wisa êdî rexne ji qidûma dikeve. Piştî qonaxeke diyarkirî êdî şopandina wê gelek zehmet dibe ka nivîskar çi rexne dike û çi nake. Li cihê ku her tişt tê rexnekirin, tiştekî ku were rexnekirin namîne. Sînorên di navbera erênî û neyîniyê de şêlû dibin.

***

“Em ji tekstan welidîne.”

Roland Barthes

Di wêjeya kurdî de romana herî kêm tê zanîn bi texmîna min romana Mihemed Şarman a bi navê Kêmber e. Li gorî têkiliyên min ên bi xwînerên kurd re, ez dikarim bibêjim hejmara kesên ku ev pirtûk xwendine bi rastî ne zêde ye. Di cîhana wêjeya kurdî de belkî bi zanebûn hebûna wê hatiye paşguhkirin û di nav mijên jibîrkirinê de bi salan li benda xwînerên xwe yên baldar e. Bi qasî ku xuya ye heta niha tu nivîsar û gotareke berfireh jî li ser wê nehatiye nivîsîn. Ew yek ji wan romanan e ku bi bêdengiyeke stûr hatiye dorpêçkirin. Eger hûn sedema vê yekê bipirsin, dikarim bersiveke wiha kurt bidim: Kêmber romanek e ku hemû rastiyên me yên îdeolojîk ên fermî û exlaqê serdestan binpê dike. Teksteke anarşîst e û ji bilî wêjeyê li hemberî tu desthilatdariyê stûyê xwe xwar nake. Ew jî wek hostayê xwe Milan Kundera li pey wan tiştan e ku bi tenê edebîyat dikare bibêje û vegêre. Bi şêwaz, forma vegêranê û bi zimanê xwe yê çêrbaz romaneke gelek cûda ye. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim yek ji berhema herî resen a wêjeya kurdî ye. Taybetmendiya herî berbiçav ew e ku di bin barana îroniyê de hatiye nivîsîn.

Kêmber, berî her tiştî şahidiya serdemekê ye. Lehengên wê xwendekarên zanîngehê yên welatparêz in. Hemû cîhana siyasî û şexsî ya nifşekî bi hûrgilî radixe ber çavan. Şarman, bûyer û kesayetiyên di romana xwe de helbet ji serpêhatiyên xwe wergirtine, ji cîhanekê dipeyive ku nas û şinaşê wê ye. Bîranînên xwe wekî cebilxaneyekê bi kar tîne. Nivîskar jî baş dizane ku bîranînên takekesî, axa herî bibereket a wêjeyê ye. Her tişt li ser wê axê zîl dide. Jixwe nivîskarên ku ji kêmasî û qelsiyên xwe ditirsin û li ser mijarên ku baş nizanin dinivîsin, nikarin tekst û cîhaneke resen biafirînin. Resenî û dilsoziya Kêmberêjî bi vê yekê ve girêdayî ye: Hemî taybetmendiyên beşerî yên ku kêm an qels têne hesibîn hembêz dike û li hemberî dîrok û deshilata civakê tu ferdî tenê nahêle. Şarman, bi rengekî serkeftî careke din nîşanî me dide ku jiyana her ferd û mirovî yekane ye.

Belkî yek ji sebebên tesîra zêde ya romanê ew e ku Kêmber behsa çîroka min jî dike. Devê tevrê wî li birînên min jî dikeve. Ez û nivîskarê romanê Miheme Şarman ji heman zanîngehê mezûn bûn lê sala ku min zanîngeh qedand, wî dest bi zanîngehê kiribû ango di navbera me de heyamek heye. Lê belê hemû bûyer, têkilî û atmosfera siyasî  ku di romanê de derdikevine pêş, ji aliyê nifşên piştî me ve demeke dirêj hatine domandin. Ez êdî ne li wir bûm lê bi saya nîqaşên hevalan xeyaleta min hinek caran li esmanên wê kampûsê digeriya.

Eger em vegerin ser mijara nivîsarê, em dikarên bibêjin Kêmber, romaneke serkeftî ye ku heta niha li ser ciwanên welatparêz yên li zanîngehan hatiye nivîsîn. Derbarê dîroka xwendekarên Kurdistanê de gelek hûrgilîyên giring dihewîne. Ez bawer im di pêşerojê de ev roman, ji aliyê lêkolrên kurd ve weke çavkaniyeke giring jî bê dîtin. Ji ber ku, wek derhênerekî sînemayê, ew tevahiya cîhana nifşekî û ruhê serdemekê ji nêz ve tomar dike. Roman ji cihekî îdeal û bêqusûr napeyive, bi girtina riya hêsan li ser qehremaniya şoreşgeran jî kon venade, rû nade hestên popûlîst û cûdahiya herî diyar ew e ku ji kaniya mexdûriyetê avê venaxwe. Wê gavê roman li ser çi ye?

Roman “li ser bandora evînên têkçûyî, hevşabûnên derengmayî, pirsgirêka kêmneteweyan, têkoşînên rojhilatî” ye. Selîm, Resûl, Sadiq, Mirad, Ferat, Serhad, Aysel, Nebî, Zozan, Dawid, Zelal karakterên romanê ne. Ew tev zarokên vê axê ne, ji her aliyî ve kêm û kêmber in. Bi gotina nivîskar “têlên dengê wan ji toz û dûxana çalakî û cigarê zeng girtiye.” Ji zaroktiya xwe ve tu gotinên wan nehatine guhdarkirin. Tu daxwazên wan ji wan nehatine pirskirin, ew lal û lal mane di nava dojeha zimanekî biyanî de. Tirş û tehl e ji bo wan jiyan. Ew di xaniyên xirab û qirêj ên xwendekaran de dijîn. “Gava meriv derî vedike bacan diheje, mîna bi meriv bikene çend caran li derî dikeve. Bêhna kifnikî, nem, qirêjî di carekê de li pozê meriv diale, di nava çend saniyeyan de têra xwe hucreyên mêjî dikuje, wek afyonekê merivan gêj dike.” Ew ciwanên bi tenê û xizan in. Ew hem bi her cure zext û tundiya dewletê re rû bi rû dimînin û hem jî di nava têkiliyên xwe yên rêxistinî de û di nav cendereyeke exlaqî de asê mane. Her kes nobedarê laş û canê her kesî ye. Evîn û hevşabûn li gor qaîdeyên nenivîsandî qedexe ye, ew kesên ku ji hev hez dikin divê her tiştî bi awayekî veşartî bi rê ve bibin. Evîndarên polîtîk “gelek caran li zankoyê bi hev re bûn, lê ne nola du dilketiyan nola du dozgeran, du hemderdan tevdigeriyan.” Di vê çanda siyasî de şev û roj behsa azadiyê tê kirin lê cihê azadiyên şexsî nîne. Roman ji destpêkê heta dawiyê rexneyeke tekûz a vê nakokî û aloziyê ye jî.

Di vê çerçoveyê de karakterê herî balkêş, resen û kezeba me dişewitîne bê şik Sadiq e. Ew derbarê têkiliyên bi jinan re pir bêsiûd e, li qehwexaneyên pornoyê her tim fîlman temaşe dike, carna jî CDyên fîlmên pornoyê kirê dike û li malê temaşe dike. Li hember jiyana ku her tim wî paşguh dike, gelek bi hêrs û bê hêvî ye. Wekî karakterekî ji romanên Dostoyevskî, Oğuz Atay yan Yusuf Atılgan pekiyaye. Carinan ji Xwedê lava dike wek kûçikên ji ber tenêtiya xwe ber bi ezmên ve dizûre: “Xwedêyo! Çima wiha bi tenê me? Bila yek vê êvarê qet nebe siharê li deriyê min bixe, min ji vê gûjiyanê, ji vê êşa mezeloqî xilas bike, bi navê te, wisa nebe ez ê bimirim. Ez ê ji vê tenêtiyê bimirim Xwedêyo!”. Bi xwediyê qehweyê re peywendî û nêzîkatiyeke wî ya ecêb heye. “Ez diçim, hê jî xwediyê wê derê mîna ku ez dostê bavê wî yê çil salan bim bi rêz û kêfxweşiyeke bêhempa min pêşwazî dike, dibêje mamoste dev ji me bernede. Bikutime şansê xwe û bikutime wî jî, tu dibê qey sektora pornoyê li ser pişta min e.” Sadiq ji ber xwendina xwe ya serneketî, jiyana xwe ya bextreş û hevalên wî yên her tim wî şermezar dikin, zanîngehê û bajêr terk dike, diçe xatirê xwe ji xwediyê qehweyê dixwaze. Û bûyereke rastîn diqewime, ji bo xatirê Sadiq qehwexaneya pornoyê ya ku ew her tim diçûyê rojekê girtî dimîne: “Xatir ji min xwest, got heqê xwe helal ke, ez ê herim Stenbolê. Min sê caran helal kir, me hev hembêz kir sibetirê ji bo xatirê wî min kepenka xwe girt. Lê tu kesî negirt. Min tenê girt. Yê herkesî vekirî bû. Belê min tenê girt.”

Helbet lehengê sereke yê romanê Selîm e. Ew wek dengê hundurê nivîskar e û ji rêç û şopên jiyana nivîskar gelek tişt wergirtine. Şarman, hemû bîr û bîranên xwe li wî bar dike. Selîm ji ber zimanê xwe yê dirêj ji gelek cihan û civakan hatiye qewirandin. Nivîskar her tiştê ku dixwaze bibêje û rexne bike ji devê Selîm ve parve dike. Bi texmîna min romana Oğuz Atay ya bi navê Tutunamayanlar de ji karakterê Selîm îlham hatiye girtin. Ji xwe roman di hin aliyan de dişibihe berhema Atay. Çavkaniyeke din a îlhamê jî texmîna min romana Dostoyevskî Notes From Underground (Têbînîyên Jêrzemînê) e.

Kêmber, ji hêla gelek taybetmendiyên xweve romaneke underground e, derbarê derûnîya hemû karakteran de analîzên kûr dihewîne. Bi qewlê Nietzsche: “Yekane psîkologê ku ez jê tiştekî fêr bûme Dostoyevskî ye.” Nietzsche di nameyekê de ji Peter Gast re behsa heyraniya xwe ya ji bo qabiliyeta psîkolojîk a Dostoyevskî dike. Li gorî Nietzsche; Dostoyevskî, cinawirên ku di giyanê mirovên qenc de veşartî ne nîşanî me da; careke din nîşanî me da ku kes nikare heta dawiyê bi rûmet bimîne û derewên ku li pişt perdeya olî û civakê veşartî ne, bi awayekî bandora xwe eşkere kirin. Ew, yek ji yekemîn psîkologên edebî yên ruhên me yên sefîl e.

Monolog û teknîkên binhişî yên di romanên nivîskarên wek James Joyce û Virginia Woolf de, rê li ber têgihîştina nû ya wêjeyê vekir. Joyce ne bi tenê hewl daye ku nîşan bide ka mirovek di rojekê de çi dike, lê herweha nîşan jî daye ka mirov dikare di rojekê de li çi bifikire. Keşifkirina binhişê lehengan di dîroka edebîyatê de şoreşeke edebî bû. Vegêrana binhişê mirovan edebîyatê bi ilmên mîna derûnnasî û psîkanalîzmê re jî kir heval û ew nêzîkî rêyên vegêranê yên cuda kir. Wê demê têgihiştina serdest a wêjeyê êdî ev bû: Romanek jiyana derûnî çiqasî pirr û ya derve jî çiqasi hindik rave bike, ewqasî jî xurt û bilind “dibe”. Thomas Mann û Schopenhauer li ser hunera romanê dibêjin, “xurtbûna romanê ji mijara wê nayê, xurtbûna wê ew e ku bûyerên piçûk û ji rêzê jî bi awayekî balkêş bide xwendin.” Di wêjeyê de êdî heta dawiya romanê ew lehengên ku xwe mafdar û hevgirtî dibînin û wisa jî dimînin, tune bûn. Bê şik, ev yek jî bi helwesta nivîskar ve girêdayî ye.

Li gor Îbrahîm Seydo Aydogan, yek ji sedemên ku wêjeya kurdî ne beşeke xurt a wêjeya cîhanê ye, ev hilbijartinên karakteran e: “Negihîştina asta wêjeyî ya cîhanî jî ji ber xemên siyasetmedaran bû û ji ber wê ye ku lehengên me bi pirranî “şoreşger” bûn, “welatparêz” bûn û “baş” bûn. Lewre, di wêjeya me de, nivîskar rola mamosteyan dida xwe û xwendevan jî dibûn şagirtên wî. Lewma ye ku bi avakirina lehengên îdeal ve nivîskarên ku ji heyamên siyasî dihatin, hewl didan ku kesayetîyên nimûne nîşanî civaka xwe bidana. Di vê têgihîştinê de, kesên xirab bi tenê ew kes bûn ku li dijî doza kurdî bûn û yên baş jî xebatkar an jî dilsozên doza kurdî bûn. Belê, li cem xelkê vegotin bi xwe diguherî; yê me, em li pey “peydakirina zimanê pexşanê û “hişyarkirina milletekî bûn. Ji ber wê ye ku nivîskarên kurd yên destpêkê, bi taybetî di nava Bakurîyan de, wêje weke çalakîyeke siyasî û îdeolojîk dinirxand.” (r. 42)

Mihemed Şarman jî bi rêya wêjeyê, cewhera hebûnê ya ku bi perdeyên îdeolojîk hatine pêçan radixe ber çavan. Binhişê kurdan vedikole û li ser tesîra tiştên ku dîrok em bêpar hiştine dûr û dirêj radiweste. Rastiya ku ew bi bergerî balê dikêşîne ser ev e: Dagirkirina erdnîgariyek tenê ji encamên siyasî û aborî pêk nayê. Yek ji encamên kolonyalîzmê jî pirsgirêkên derûnî ne. Bersiva vê pirsa ku di romanê de tê pirsîn qet ne hêsan e. “Em ê çi bikin ew ricif û coșa zarokê ku direve darê mamosteyê xwe bîne ji bo lêdana destebirayê xwe? Em ê çawa van tedawî û tefîl bikin, qirêja tunebûnê ya nav ruhî ji holê rakin? Em ê bi kîjan tûrsîlê vê qirêja dijberiya xwe bişon?”. Ew, ji aliyê pergala perwerdehiyê ya dagirker ve birînên di kesayeta me de hatine afirandin û xwekêmdîtinî diyar dike. Her weha tunebûna  hevşabûnê jî wekî pirsgirêkeke siyasî ya girîng destnîşan dike. “Gelo merivekî di bin barê kîrê xwe de xilo xaro be, hişê wî her tim ser gayîn û vegayînê be siyaseta wan wê bi çi halî be ez dixwazim hûn li ser vê yekê pênc deqîqeyan bifikirin.” Gelek sloganên siyasî û gotinên stranan berovajî dike û cih dide enerjiya ku ji binhişê xwendekaran diherike. Mînak: “Keçikê bimeş bimeş, ez qurbana quzê te yê reş – Biratiya gelan, bendewariya hevalan, belengaziya kurdan! – Gur ketibû koza me, xwaribû pezê me, Lê em tekoşîna xwe serbilind bûn – Kî ne em? Em in burjuwa, birjuwayê piçûk, li pey tanga û kîlot.” Heta roja îro ji bilî vê romanê min tu carî romanek ewqas pêkenok û bêar nexwendiye. Ji her ristên wê mîzah û îronî dipijiqe. Ti nirx, dezgeh û desthilat tune ye ku ji zimanê nivîskarê tûj nesîbê xwe negirtibe.

Lê belê taybetmendiya herî neyînî ya romanê ew e ku di romanê de dozaja îronîyê digihîje asteke wisa êdî rexne ji qidûma dikeve. Piştî qonaxeke diyarkirî êdî şopandina wê gelek zehmet dibe ka nivîskar çi rexne dike û çi nake. Li cihê ku her tişt tê rexnekirin, tiştekî ku were rexnekirin namîne. Sînorên di navbera erênî û neyîniyê de şêlû dibin. Nivîskar wextekî yek ji dijberên tund ên tevgera kurd bû, ji ber vê yekê hinek rexneyên wî ji nêrîneke sosyolojîk a kemilî mehrûm in bêguman. Jixwe şopên vê nêrîna dijber di romanê de seranser xwe dide der. Lê belê Şarman hêvî û bendewariya xwe ya ji bo çiyageran hergav diparêze: “Em bi çiyageran bawer bûn. Dibû bi rastî jî bêlome bû. Çend şaşîtî yan nebaşî lê ew jî meriv bûn, kurê dê û bavên xwe bûn. Helbet ji kêmasî û kêmbariya dinê para xwe girtibûn. Lê tişt nebû em qurbana șopa piyên wan, roniya şikeftên wan, devê birînên wan bûn.”

Tevî hemû kêmasî û zêdehîyên xwe Kêmber, ziyafeteke xwendinê pêşkêşî me dike û baweriya mirov bi wêjeya kurdî xurt dike.

Çavkanî:

Îbrahîm Seydo Aydogan, Guman 2: Wêjeya Kurdî û Romana Kurdî, Weşanên Rupel, 2014.

One thought on “Kêmber: Jiyanên Natemam û Hevşabûnên Derengmayî

  1. Lokma Polat dedi ki:

    Dembaş Ramazan Kaya,
    Tu dibêjî kesek derbarê romana kêmber de nenivîsiye.
    Min li ser wê nivîseke rexneyî nivîsîye û ew nivîsa nîn di pirtûka min a bi navê Romanên Kurdî.. Weşanên Doz de derketiye.
    Hêvîdarim tu pirtûkê peyda bikî û bixwînî. Te pesnê romanê daye min jî rexne lê girtiye. Rexnegirî gulîstana wêjeyê ye. Wêje bi rexneyê pêş dikeve, dikemile, dewlemend dibe.
    Lokman Polat

Şîrove*

%d