Şermola Performans dê li Amedê ji bo piştgirîya Dîwan Akademîyê performanseka bi navê Kêm pêşkêş bike.
Ev lîstika Kêmê performanseka deng, nefes û hereketê ye. Performansa nû Kêm ya Mirza Metin ji rêzedîmenên xewnan pêk tê ku ji aliyê Hicran Demir ve tê performekirin. Di performansa Kêmê da hafizeya mîtolojîk a dengbêjan û enerjî û potansiyela cizbê ya govendan bi teknîkeka nerm a montajê tê bikaranîn.
Performansa Kêmê dê 20ê îlonê li Şanoya Bajêr a Amedê saet 19:30an bê lîstin.
Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.