KEÇA KAFIROŞ

KEÇA KAFIROŞ
KEÇA KAFIROŞ
Botan Times
  • 6 Haziran 2023 07:14

Wêne ji pirtûka Ferhad Pîrbalî ya bi navê ‘Dîroka Jinan Li Kurdistanê’

Ji Soranî: Tûbanûr Dûmanli

Mona Lisaya Kurdistanê

Mona Lisa di çanda Ewrûpayê de gelek girîng û bi nav û deng e, tabloya “Keça Kafiroş” jî di Kurdistanê de bi heman şêweyê!

Keça Kafiroşî ya ewqas ciwan û delal, tevlihev û tije bi nehênî bû. Di destpêka sedsala bîstan de, kêm mal hebûn ku ew tablo li dîwarê mala xwe dardanekiribûn, îro jî hemû kurd Keça Kafiroş nas dikin. Heta ku bûye zargotinek ji bo danasîna keçeka bedew dibêjin, “ewqas xweşik e ku dibê qey Keça Kafiroşê ye.”

Keça Kafiroş kî ye?

Tabloya Keça Kafiroş kê çêkiriye?

Keça Kafiroş di kurdewariyê de berî ku bibe tabloyek an jî berhemeke hunerî, efsaneyek û çîrokek e, heta çîrokek e ku hinek kes dibêjin rasteqîn e jî. 

Ev efsane, wekî gelek çîrokên din ên neteweyî, gelek vegotinên wê yên ji hev cuda hene. Du stranbêjên navdar ên kurd jî di salên pêncî de û ya duyem jî di salên heftêyî de her yek ji wan stran li ser vê keçika bedew gotine: Hesen Zîrek û Mihemed Ehmed Erbîlî. Ev ji bilî gelek stranên gelerî yên din.

Wekî ku ev Keça Kafiroş, keçeke kurd bûye, gelek xweşik û balkêş e. Dema îngilîz hatine Kurdistanê (ji sala 1918an û ji wir ve) jê hez kirine û bi xwe re birine, yanî ew revandine. Hinek ji van çîrokan behsa wê yekê dikin ku qaşo Keça Kafiroş, dema ku ew di balafirê de bûye, hatiye revandin, xwe ji balafirê avêtiye da ku nebe girtiya deste Îngilîzan. Piştre ev bûyer bûye çîrokeke efsûnî û dev bi dev hatiye vegotin.

Ev çîroka trajedî, ger rastî be yan efsane be hatiye çêkirin, bûye îlhama nîgarkêşên Rojhilatî. Heta ku bûye îlhambexşa gelek şêwekarên Rojavayî jî. Behre jê wergiritine, wêneya wê Keça Kafiroş wergirtine û ji nû ve bi şêwazê xwe xêz kirine.

Ev çandeka hevpar a şêwekarên kevnar û klasîk bû – li Ewrûpa jî li welatên Rojhilat jî – ku bûyereka dîrokî yan serpêhatiyeka kevn werbigirin wê di tabloyekê de darijin, ji bo îspatkirina vê gotinê jî em gelek mînakên babetên bi vî rengî û tabloyên wiha dibînin. Wek: Îmamê Elî, bi xwe, şêr û bi şûrê xwe yê Zulfuqar, ku hêj jî bi dîwarê gelek malan ve daliqandî ye, Xurşîd û Xawer, Şîrîn û Ferhad, yan jî bûyera efsûnî ya serjêkirina/qurbankirin Hz.Îsmaîl ji aliyê Hz Îbrahîm ve.

Ev çand, heta ji aliyê şêwekarên klasîk ên Ewrûpî jî diyardeyeke berbelav bû. Bo mînak hunermendekî Fransî bi navê Lebrîn di sedsala 17an de, hunermendekî Almanî bi navê Albrecht Altdorfer, her wiha şêwekarê Îtalî li ser dîwarbendekî mezin ê seramîk wêneya şerê Îskenderê Makedonî û Daryûş Paşayê Îranî yê ku bi Şerê Erbella ve navdar e xêz kir.

Lê wisa xuya dike ku ev tabloya Keça Kafiroş, bi firçeya şêwekarekî Rojavayî hatiye çêkirin, bi taybet ji ber ku zêdetir ev wêneya Keça Kafiroşî li Almanya û Brîtanyayê hatiye çapkirin û belavkirin.

Çîroka Keça Kafiroş, bêguman tablo bi xwe jî, di nav gelên tirk, faris, ereb de jî heye. Tirk û tirkmen jê re dibêjin: Samanci Kizi, wisa dizanim ku ereb jî dibêjin: ‘بنت الحدباء’ yan jî “Fatima” jê re dibêjin.

Diyar e tirk û neteweyên din ên Rojhilatî jî, her yek ji wan vê Keça Kafiroş wek çand û mîrasa xwe ya netewî dihesibînin. Tirk jê re dibêjin “Samanci Kizi”, erebên Iraqî dibêjin xwedîgiravî ev Keça Kafiroş ji bajarê Îmareyê bû. Fasî jî dibêjin navê wê Fatime bû. Hinek hunermendên kurd jî, di nav de şêwekarê wefatkirî Azad Şewqî li gor wî bi nexş û wêneya cilûbergên Keça Kafiroş wisa xuya dike ku ew xelkê Gurcistanê ye.

Bi vî awayî, di encama çîroka efsûnî de, wekî kareseteke dîrokî ya dilşewat, li hemû navendên rojhilat belav bûye her neteweyek wekî çand û mîrasa xwe ya neteweyî dizane. Ji ber vê em bi dehan şêwekarên kurd, ereb, faris, gurcî, tirk û ewrûpî dibînin, bi dehan şêwe û şêwaz, bi dirêjahiya salên 1920-1950an wan ev tabloya efsûnî dubare xêz kirine, îro pêkan nîne ku mirov bizanibe ka yekemîn şêwekarê wê tabloyê kî bû û ew ji kîjan neteweyê bû! 

Em hemû dizanin ku gelek camfiroş û dartraşan wêneya Keça Kafiroş, li kêleka hespê Bûrak, li ser neynik, sindoq û kentorên malên kurdan xêz kirine.

Bi vî awayî, ev çîrok, bi dehan tablo ji aliyê bi dehan şêwekaran, bi dehan şikl û şêwazên cuda hatiye çêkirin û di hemûyan de jî rû û rûxsar bi heman awayî tê dubarekirin.

Li nêzikî bajarokê Koyê gundek heye, îro hatiye wêrankirin û jiyan lê nemaye – jê re dibêjin “Gundê Kafiroş”, her wiha di navbera Koyê û Bitwanê de eşîreke Kurd jî heye li wir dijîn, jê re dibêjin “Eşîra Kafiroşî”.

Li ser bingeha van herdu têbiniyan, tê texmînkirin ku ew Keça Kafiroş ji gundekî nêzîkî Koyê be (em jî dizanin ku keçên Koyî bi xweşikbûna xwe navdar in) yan jî dibe ku ev Keça Kafiroş ji eşîra Kafiroşan be. Bi vî awayî ger Keça Kafiroş kurd be, ev texmîn jî nêzî rastiyê dibe ku şêwekarê yekem ku xêz kiriye, şêwakarekî kurd be!

Qelewî, têrûtijetî, memikqîtî, çavgeşî, pordirêjî, kincên rengîn,…

Hemû ev diyardeyên fizîkî û hunerî ligel pîvanên klasîk ên kevn ên kurdewariyê dibin yek û di gelek tabloyên hunermendên kurd de têne dubarekirin.

Tabloya Keça Kafiroş tehma klasîk a wê serdema kevn a hunermendên kurd diyar dike.

Tehma ciwannasiya kurdan a ji salên 1920an heta 1950an nîşan dide, nîşaneya hunereke bilind a kurdayetiyê ye. Ji ber vê yekê li gorî hinek rexnegiran, tabloya Keça Kafiroş wekî keresteyeke girîng tê hesibandin ji bo destnîşankirina çavkaniyên kurdewarî yên dîroka şêwekariyê li Kurdistanê.

Ev nivîs ji pirtûka Ferhad Pirbalî ya Dîroka Jinan Li Kurdistanê hatiye wergerandin.