Kazim Oz dê fîlmê xwe yê “Zer”ê li ser youtubeê biweşîne

Kazim Oz dê fîlmê xwe yê “Zer”ê li ser youtubeê biweşîne
Kazim Oz dê fîlmê xwe yê “Zer”ê li ser youtubeê biweşîne
Botan Times
  • 4 Mayıs 2023 14:02

Derhêner Kazim Oz dê fîlmê xwe yê bi navê “Zer” li ser hesabê xwe yê YouTubeê parve bike.

Ozî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye:

Ji ber platformên dijîtal nedane ber çavan, min jî biryar da ku fîlmî li Youtube ê bar bikim. Hûnê bikaribin beşên ku li Tirkîyeyê hatine qedexekirin jî temaşe bikin. Fîlm dê bi jêrenivîsên 15 zimanan bê nîşandin.

Fîlm dê di 5ê Gulanê seat 21.00an da bê weşandin.

Derhêner Oz piştî nîşandana fîlmê dê li ser kanala xwe yê youtubeê bi temaşevanan ra pirs û bersivan çêbike.

Kazim Oz kî ye?

Kazim Oz derhêner û fîlmçêkerê kurd e.

Oz di sala 1973an da li Dêrsimê hate dinê. Dîplomeya zanîngeha muhendîsiyê girt. Di sala 1998an da xwendegeha sînemeyê tewa kir û di nav koma teatra Jiyana Nû de wek lîstikvan û senograf çar salan cîh girt. Ji sala 1996an vir de li Stembolê di Navenda Çanda Mezopotamya şaxê sînemayê da kar dike. Wî gellek berhemên mîna belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên dirêj derxistin holê û hindek ji van berheman di qada navnetewî te xelat jî girtine.

Wîkîpedîa Kurdî