Karsazên Amedê: Bi lezgînî Derîyê Sînor yê Nisêbînê vekin!

10/02/2023
Nurulah Edemen- Serokê Karsazên Amedê

Roja duşemê 10 bajarên Bakur bi du erdhêjên bi navenda Mereşê çêbû hêjiyan. 

Erdhêj ne tenê li welatê me her wiha li cîranê me yê Suriyeyê jî bandoreke mezin kir û rê li ber felaketeke mezin vekir.

Tê gotin ku heta niha li Suriyê 3 hezar zêdetir mirov jiyana xwe ji dest daye. Bi hezaran kes jî hêj di bin xirbeyan de li benda alîkariyê ne.

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Amedê Nurullah Edemen, ji  bo alîkarî bişînin ji gelê Suriyeyê re  bang li rayedarên hikumetê kir.

Edemen daxwaz kir ku derîyê Sinor yê Nisêbînê bo alîkariyên însanî demildest bê vekirin.

Serokê Karsazên Amedê dîbêje,

“Ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê, sazîyên tenduristiyê nikaribin xizmetê bidin. Gelê Suriyê alîkariyên mirovî wernegirtine û di bin xirbeyan de kuştî û birîndar hene.”

Wî diyar dike ku ew ji bo alîkariya cîranên xwe yê Suriyê amade ne.

9 deriyên Sinorên yê Tirkiyeyê ber bi Suriyeyê ve vedibe. Ji wan yek jî Deriyê Sînorîn yê Nisêbînê ye. 

Deriyê sînorîn ku ber bi bajarê Qamışloyê ve vedibe 10 sal e girtiye. 

Ji ber gengenişya di navbera Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê û hikumeta Tirkiyeyê, deriyê sînor girtiye.

Niha tenê Deriyê Sînor yê Cilvegozê ku li navçeya Reyhanlıya Hatayê cîh digre ji bo alikariyan vekiriye.

Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, piştî erdhêja 6ê Sıbatê ku bondorek zêde li bajarên Suriyêyê jî kir, diyar kiribû ku dê du deriyên din jî bo alikariyan insanî bê vekirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gulistan Korban

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Weşana berê

“Heta salek dê erdhêjên biçûk berdewam bike”

Weşana paşê

Ji Semsûrê re çi lazim e?