Karoka Dawî ya Dinyayê û Qelaptina Şaş

21/12/2024

Di nivîsa xwe ya bi navê Gelo Pirpar Dikare Biaxive? de Serdar Şengül wekî gelek caran hêmayên gerdûnî (bi awakî berovajîya pergala cîhanî ku ji bo zimanên ewropî wergerê dikin) qelaptibû ser zimanê kurdî. Di vê nivîsê de dîyar dikir ku mirovnas Timothy Mitchell bi îlhama xwe ya ji Spîvak (“Gelo jêrdest dikarin biaxivin”) di beşeke kitêbê xwe de wisa dest pê kirîye: “Gelo Kermêş Dikare Biaxive?”. Bi kurtahî di raveka “axaftinê” de jêrdesta Spîvak li cem Mitchellî li ser Misirê dibe kermêş, li cem Şengül jî li Kurdistanê dibe pirpar.

Her welat, ziman û çand li gel fahm, têgih, teorîyên gerdûnî dikarin xusîsîyetên xwe yên herêmî hebin da ku fahm û feraseta gerdûnî bikaribin bi awakî xweşik werin fahmkirin û bi awakî rêk û pêk li wan çandan bê wergerandin.

Hêj ku mirov têra xwe nebûbe entellektûwelekî gerdûnî her tiştên gerdûnî di çanda xwe de difikire. Ez jî wisa gelek caran tiştên bi vî tewrî li kurdbûn, kurdî û Kurdistanê diterpilinîm. Wextê kitêba Dünyanın Sonundaki Mantar: Kapitalizmin Enkazlarında Yaşam İmkanı Üzerine (Karoka li Dawîya Dinyayê: Li ser Derfeta Jîyanê di Nav Xirbeyên Kapîtalîzmê de) ya Anna Lowenhaupt Tsing dixwînim, serî pêşî ji ber şibandinê Hinara Dawî ya Dinyayê tê bîra min. Lê belê wextê mirov kitêbê dixwîne ji vê sernavê zêdetirê tişt jî li cem xelkê dihêle.

Ji wê feyza jêrdest, kermêş û pirparê mirov dibêje gelo ez dikarim nêçîra kîjan peyvê bikim.

Belê kitêb wekî ku ji nav dîyar dibe ne li ser ekolojîyê ye, zêdetir li kapîtalîzm û hukmê wê ya bi curekî li ser hêmanên nekapîtalîst e. Ango kitêbeke zêdetir aborî ye. Lê belê mirov dikare gelek modelên ji wê li ser çand û fahma xwe ya çandî biqelêbe. Bo nimûne çeşnên têgerînê, zîncîrên tedarîkê, qelaptin (tercime, werger, translation)* azadî, envanter, navbeynkar, peyzaj hwd. Ji bo min ya herî balkêş dewşîrme bû.

Di ferhenga min a hişmendî de dewşîrme ew kesên kurd in ku bi ava xwe aşa serdestan ji wan zêdetir digerinîn. Lê di vê kitêbê de him bi ingilizî him jî bi tirkî wateyên xwe yên gelekî cuda û rengîn hene. Dewşîrme bi etîmolojîya xwe ya xwerû tirkî tê mahneya berhevkirinê. Lê zêdetir jî di pergala leşkerî ya osmanîyan de ji bo berhevkirin û li hev civandina zarokên nemisilman tê bikaranîn ku ji bo leşkerîyê têne perwerdekirin û peywirdarkirin. Bi rengekî xenîmetên mirovî ne. Lewma jî kurd bi tirkî ji bo wan kurdên ku ji bo dewletê kar dikin ango ketine kirasên nijadî yên miletên serdest ên Kurdistanê dibêjin dewşîrme. Ango mahneya wê ya ferhengî di mahneya wê ya hêmayî (fîgûral) de fetisî ye an jî hatîye jibîrkirin. Lewma di vê kitêbê de dîtina peyva dewşîrme bi min xerîb hat. Wek ku ne di mahneya xwe de be. Wextê mirov li peyva eslî û resen ya îngîlîzî dinêre di kitêbê de peyva “salvage” derbas dibe. Salvagea îngîlîzî bûye dewşîrmeya tirkî. Bi îngîlîzî jî raveka vê peyvê zêdetir diçe “salvera” latinî, ew jî parastin, hevzkirin, xelaskirinê di xwe de dihewîne. Ji berhevkirinê zêdetir, xelaskarîya ji xirbe, kavil û karesatan dertê pêş. Ev mahneya ji mahneyên wê yên cihêreng pirr li fahmezanîna kitêbê tê. Di kitêbê de karokên bi navê matsutake eynî bi vî rengî piştî kavil û xirbeyan ango piştî hilweşîna daristanan ji ber karesatan (çi çêkirî çi xwezayî lê zêdetir jî ber pîşesazîyên har) dertê holê. Peydabûna wê weke mucîzeyek e. Li Japonyayê jî bihayê wê gelek e. Lewra tiştekî kêmpeyda ye. Gelek caran weke dîyarî jî mirov didin xelkê ewqas bi qîmet e. Bazareke wê ya xurt heye. Derveyî Japonyayê li herêma Oregon a Amerîkayê jî peyda dibe. Li wê derê piranî kesên koçber û penaberên japonî û asyayî karê berhevkirina vî tiştî dikin. Lê berhevkirina wan tiştekî jixweber e. Tsing vê yekê parikî dişibîne têgiha “daneheva hoveber” a Marx.

Çi ye çarçoveya têgihî ya dewşîrmeyê û çawa dibe amûrekî kapîtalîzmê?

Kêmzêde tiştekî wisa ye ku tiştên derveyî venêrîna klasîk a kapîtalîzmê bi rêya çend tiştan ve (qelapkar, navbeynkar hwd) dikeve nav çerxên kapîtalîzmê. “Di vê kapîtalîzma ‘dewşîrme’ de pêvajoya qelaptinê li dar dikeve ku tê de zîncîrên tedarekê şêweyên ked û xwezayê yên pirpircureyî dikin kirasekî mûnasîb bo kapîtalîzmê” (66). Belkî jî herî zêde ev taybetmendîya wê dişibe mahneya wê bi ziman û pergala osmanî: formekî (zarok û nemisilman) dikin formekî din (leşker û misilman). Di vê pergalê venêrîna şert û mercên hilberînê nîne (86). Jixwe kesên asyayî jî vê yekê weke azadî bi nav dikin. Lewra wextê kesên berhevkar ên bazirgan tên ew bi xwe weke wan berhevkarên eslî û xwezayî (azad) nikarin debar bikin ango bi ser kevin. Zanîn û behreyên niştecihan vediguhêse ser qezencê (87). Bo vê yekê Tsing mînaka Moby Dick dide, dibê hemû mûretebatên keştîyê ji wan kesên derveyî cîhana yekemîn pêk dihat. Li gorî Tsing “wehşet û dewşîrme cêwîyên hev in pirî caran: dewşîrme tundî û qirêjîya hawirdorê werdigerîne ser kar û qezencê” (88).

Ji kapîtalîzmê zêdetir ev biwara ku Tsing behsê dike biwareke perî-kapîtalîst e, reva jê ne pêkan e (90). Bo nimûne di modela kapîtalîzma klasîk de pîvangkarî tiştekî eslî ye. Di vir de pîvangkarî kar nake. Pîvangkarî dikare pîvanan heta hetayê têkçûna kapîtalîzmê zêde bike. Lewra şert û mercên hilberînê di venêrîna wê de ye. Di vê derê de ew ne pêkan e, ji pîvangkarî wêdetir çeşîdkirina aborîyê li pêş e. Lewma jî berovajîya modela klasîk a kapîtalîzmê pêdivî bi helwest û boçûneke etnografîk heye. Ev der her ku reva ji kapîtalîzmê ne pêkan be jî cihê hêvîyê ye.

Di vê pergalê de kesên navbeynkar wergêrên nûwaze ne (92). Serkeftina Japonyayê di warê aborî de ev e: wergerên hanê, ew cure werger in ku di navbera aborîyên cuda de kar dikin (96). Li gorî Tsing ev bazirganên qelapker hosteyên daneheva dewşîrmeyî ne (96). Tiştê ku şîrketên bazirganîyê dikin malên ku ji hawirdorên cuda yên aborî û çandî hatine dabînkirin diqelêbin dikin kirasê envanteran (defterên jimeryarîyê).

Kêmzêde pergala dewşîrme wisa kar dike: Bi tiştekî derpergalî dest pê dike bi rêya navbeynkaran (qelapker) wextê di deftera aborî de tomar dibe û êdî ew dibe malê pergalê. Ev tişt gelek tiştên derpergalî yên kurdî tîne bîra mirov ku bi qelaptinên şaş bûne malê pergalê: bo nimûne redkirina şîdetê, lêgerîna derfetên dîtir ên pêkvejîyanê, pînekirina kurdî weke hêmaneke sembolîk. Tiştên derpergalî bi saya vê qelaptina şaş dibe malê pergalê lê ji nirxa xwe dikuje.

Di nav Kurdistanîyan de redkirina şîdetê rêyeke qelaptina şaş e. Navbeynkarên wê, partîyên sîyasî yên derveyî PKKê ne. Bi xwe fikra Kurdistanî, mîna karoka matsutakeyê li ser kavilê (perçebûna welêt, dagirkerîya çar dewletan, qedexeya zimên hwd.) bilind dibe. Dibe ku azadkirina wê bi gelek rêyan ve pêkan be an na ne pêkan be. Ev tiştekî din e. Rêyên wê mijarê sîyasetê ye, mijarê pratîkê ye. Lê hêzên ku serî li tundîyê nadin, ne bi rêbazên xwe bi redkirina vê rêbazê re derkevin pêş ev kar weke karê qelaptinê ye lewra tiştekî derpergalî tîne nav pergalê lê belê nirxa wê dikuje. Ez dibêm di karîkaturîzebûna fikra Kurdistanî de rola vê qelaptina şaş jî heye.

Yek ji nimûneyên dîtir ên qelaptina şaş jî lêgerîna derfetên dîtir ên pêkvejîyanê ye. Bo nimûne antîkemalîzm, antîsîyonîzm, dijîLGBTÎbûn, nîşandana kurdan weke civakeke olî (sûnî û misilman). Van salên dawî di sîyaseta sereke ya kurdan de biratîya gelan yek ji ajandayên sereke ye. Raveka wê ya sereke jî aştî ye. Ev fikir fikreke navendî ye. Lê belê derveyî vê navendê jî hin fikir hene ku bi sedemên dîtir behsa tifaqa kurd û tirkan dikin. Ji bo pêkvejîyana kurd û tirkan (her wekî din ji bo Îsraîl û Fîlîstînê jî) cîrantîyeke maqûl ji biratîyeke zordarî çêtir xuya dike. Lê belê weke mînakên di vê paragrafê de bi qelaptinên şaş, dijîderketina wê zordarîya biratîyê bêqîmet dike.

Pînekirina kurdî weke hêmaneke sembolîk nimûneya min a dawî ye ji bo qelaptinên şaş. Şert û mercên derketina wêjeya kurdî mîna şert û mercên derketina karokên matsutakeyê ye. Ew jî li ser kavil û xirbeyên daristanan aj dide, bilind dibe; wêjeya kurdî jî li ser xirbe û kavilên zimanî (qedexeyên zimên, cudahîya zataveyan, pirbûna alfabeyê) mezin û bilind dibe. Matsutake jî bi tehma xwe çêjeke lezîz dide xwarinan, kurdî jî tehm û çêjeke lezîz dide xwînerên xwe lê belê her du jî ji bo wergirên xwe tehmên otantîk, xweser û niştecî ne. Ango ne tehmên global in. Belê yek ji wan xwemalê gastronomîya gerdûnî ye, a din wêjeya gerdûnî lê belê ne ya globalî û împaratorîya yekreng in. Ji bo dîtin û peydakirina her duyan jî mirovên taybet divên, karên taybet divên ku ji kar û barên asayî zêdetir. Berhevkarên matsutakeyê li cem kurdan dibin nivîskar û nivîsende. Çi cureyên edebî hebin peydakirina tiştekî nû kêfeke gelekî mezin didin cimaeta kurdî (nivîskar, weşanger, xwîner hwd.), herwisa yên matsutakeyê. Lê berovajîya matsutakeyê kurdî pere nake û ne di rewacê de ye. Belê biqasî her du qelaptinên şaş, ev nimûne dibe ku ewçend ne şaş be. Fikra sereke ji bo rewşa heyî ya kurdî dagirkerî û nebûna dewletê bixwe ye. Derveyî vê fikrê sûcdarkirina kurdan jî fikreke di rewacê de ye. Lê belê di sîyasetê de (hemû partîyên kurdan li Bakur tirkîaxêf in), di wêjeyê de (wêjenasên tirkînûs ji yên kurdînûs biqedr û qîmettir in) û her weha di ramangerîya sîvîl de (gelek kesên fikirdar ên kurd bi zimanê tirkî tiştên dinivîsin) talîkirina kurdî weke hêmaneke piştî fikrê nimûneya qelaptina şaş e. Ji bo sîyasîyan  (çi baskê HADEPê, çi jî dijberên wê) gihandina peyama tirkî ji ya kurdî girîngtir e. Herweha ji bo wêjenasên tirkînûs ên kurd hilgirtina hêmayên kurdî û xûyanîkirina tiştine derheqê kurdan di kirasê tirkî de ji nivîsandina kurdî girîngtir e.  Bo nimûne tu ji Mucahit Bilici bipirsî bo çima tirkîaxêf e belam ne kurdîaxêf, heqeretan li te dike; gelek kes gazind ji Îbrahîm Xelîl Baran dikin bê çima bi tirkî bayê popûlîzmê digerîne lê ne bi kurdî, xwe kerr dike; tu li nivîsa “Kürtçe’nin Kaybı” (Têkçûna Kurdî) ya Cuma Çiçek binêrî ji dewletê heyanî sikak û navmala kurdan sûcê gelek tiştan heye (temama gotinên wî rast e) lê belê qet rola nivîsandîna wî ya tirkî bi domdarî (bi qewlê Remezan Alan nivîsandina kurdî ya demkî) di vê  yekê de tune ye? Qelaptinên şaş di van mînakan de ne tercîha li ser zimên e, talîkirina wê ye. Ew fikra ku dayîna peyam û derbirînê di ser zimên re digire.

Tomarkirina tiştên derpergalî li ser defterê çiqas tiştekî girîng e nizanim. Lê belê ji qelaptin û navbeynkarên pergalî xirabtir tiştek hebe ew jî qelaptinên şaş in. Lewra qelaptinên şaş bombeyên navmalê ne.

Diz ne ji malê be ga ji kulekê dernayê.

Çavkanî û Têbînî

* Di kitêbê navborî de ev têgih weke “tercüme”, di kitêba îngîlîz de jî weke “in translation” derbas dibe. Di vir de qelaptin ji dêvla wergerê ji zimanekî bo zimanekî din, pêvajo û encama guhertin, veguhastin, veguherandina şêweyekê ye bo şêweyeke dîtir.

Çiçek, Cuma. “Kürtçe’nin Kaybı”. Birikimdergisi, 20.08.2024,             https://birikimdergisi.com/haftalik/11830/kurtcenin-kaybi

Şengül, Serdar. Gelo Pirpar Dikare Biaxive?. Botantimes, 31.10.2024,             https://botantimes.com/gelo-pirpar-dikare-biaxive/

Tsing, Anna Lowenhaupt. Dünyanın Sonundaki Mantar: Kapitalizmin Enkazlarında             Yaşam İmkanı Üzerine. Wer. Erdem Gökyaran. YKY, 2023.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Ferzan Şêr

Bi navê xwe yê fermî Taylan Şahan Tarhan di sala 1986an de ji dayik bû. Ji gundê Barincê ya bi ser Bişêriyê ve ye. Dibistana seretayî li gund û Bişêriyê, dibistana navîn û lîse li Batmanê (Êlihê) xwendine. Di sala 2010an Zanîngeha Hacettepeyê beşa Fîzyoterapî û Rehabilîtasyonê qedandiye. Li Zaningeha Istanbul Bilgiyê di beşa Wêjeya Berawirdî (Comparative Literature) de lîsansa bilind bi teza xwe ya bi navê “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasında Beden ve iktidar" (Di Cîhana Edebî Ya Helîm Yûsiv de Beden û Desthilatî) kuta kir. Li Zankoya Mimar Sinan Guzel Sanatlarê di beşa Sosyolojiyê de teza doktorayê (PhD) li ser biwara romanûsîya kurdî, bi navê Kürtçenin Kurmancî Lehçesinde Roman Yazımının Özerk Bir Alan Olarak Oluşumu (Di Kurmancî de Avabûna Romannivîsînê Weke Biwareke Xweser) sala 2023an parast. Di kovarên bi navê Ajda û Zaremayê de xebitî. Sala 2008an çîroka wî ya bi navê “Min bi Perrên Kevokan Bifîrrinin”, di pêşbaziya çîrokan a ku ji aliyê kovarên Tîroj û Evrensel Kültürê ve hatibû lidarxistin xelata yekemîniyê wergirt. Sala 2009an berhema wî ya ewil dîwana Otopsiya Berbejnekê çap bû. Wergerên wî 2015an Voltaçerx: Di Girtîgehê de LGBTÎbûn, 2018an Ji Tirkiyê Çîrokên HIVê, sala 2021an LGBTÎ+ên Penaber 2 hatin çapkirin. Çîrok, gotar û helbestên wî di kovarên mîna W, Çirûsk, Ajda, Tîroj, Zarema, Wêje û Rexneyê de weşiyan.

Weşana berê

Em li ser êrîşa li Bazara Noelê ya Almanyayê çi dizanin? – The Guardian, Reuters

Weşana paşê

Li Stenbolê 7 jê rojnameger 9 kes hatin girtin

Te hay ji vê heye?