Atolye BIA û Botan International bi hev re Karegeha Rojnamegeriya Mafparêz li Amedê pêk anîn.

Rojnameger Ferid Demirel û Abdulselam Yildirim, edîtorên bianet kurdiyê, kargeh bi rê ve birin. Ferîd Demîrel, Mirad Bayram, Safiye Alagaş, Hatice Kamer, Sertaç Kayar û Abdûrrahman Gok bi mijarên cûda yên têkildarî rojnamegeriyê ders dan.

Di dersa yekê ya kargehê de Ferid Demirelî behsa rojnamegeriya mafparêz kir ku li bianetê û bianet kurdiyê bê çawa tê kirin.

Demirelî got ku bianet ji roja dest bi weşanê kiriye heta niha her nûçeyên mafparêz, jinparêz, zarokparêz, LGBTI+parêz, ajalparêz û jîngehparêz/hawirdorparêz weşandiye û di naveroka nûçeyên xwe li gorî van pîvanan amade kiriye.

Ferid Demirelî diyar kir ku ev cure nûçegîhanî dihêle kesên dikaribin dengên xwe zêde bidin bihîstin bên xuyakirin.

Di dersa duyem a kargeha Safiye Alagaş, Midûra Nûçeyan a JinNewsê, behsa nûçegihaniya jinparêz kir. Alagaşê destnîşan kir ku divê di nûçeyên derbarê jinan de bala rojnamegeran li ser çi be, dema nûçeyan dinivîsin ji çi haydar bin, fotografan li gorî çi krîteran bi kar bînin û li JinNewsê nûçegihaniya jinparêz çawa dikin.

Di dersa sêyem de Murat Bayramî behsa taybetmendî û girîngiya nûçegihaniya mobile kir û got:

“Ji bo zimanên dî rojnamegeriya dîjîtal, rojnamegeriyeka popûler e lê ji bo rojnamegeriya kurdî tekane rê ye ku em dikarin kar bikin. Zanîna teknîkan dê wê derfetê çêbike ku em bikarin xwe îfade bikin.”

Di dersa çarem de Hatîce Kamer, nûçegîhana BBC Tirkiyê û Dengê Amerîkayê behsa rojnamegeriya çavdêriyan kir. Kamerê di dersa xwe de behsa taybetmendiyên rojnamegeriya çavdêriyan kir û got ku “divê mirov û çîrokên wan di van nûçeyan de hebin.”

Kamer wiha axivî: “Dema hûn çûn cihê nûçeyê divê hûn baş li derûdora xwe binêrin. Çavê xwe divê weke kamerayekê be. Bi mirovan re biaxivin. Li çavê wan binêrin. Dema hûn jidil bin wê ew mirov jî bi we re jidil bin.”

Hatîce Kamerê behsa amadekarî û pêvajoya şopandina nûçeyan jî kir û got ku rojnamegerıya çavdêriyê derfetan dide rojnamegeran ji nivîsîna nûçeyan.

Di dersa pêncemîn ya kargehê de nûçegîhanê wêneyan ê Reutersê Sertaç Kayarî behsa girîngiya wêneyan a di nûçeyan de kir. Kayarî got ku divê mirov di vê mijarê de xwedî fikrekê bike. Paşê jî bandora wêneyan derdikeve holê.

Kayarî destnîşan kir ku mirov di nav kar de bipêş dikeve. Ger hûn vî karî teorîze bikin, ew nabe:

“Beriya hûn di nava mijara teorîk de winda bibin, divê di serî de hûn ji xwe re bibêjin, ‘ez çawa dikarim wêneyekî bibandor, bi nêrîneke cida çawa derxim holê?’. Divê hûn li ser vê bikesinin. Divê hûn bibêjin ku ez weke her kesî nefikirim û negirim. Divê ez bi taybetmendiyeke xwe wêneyan bigirim. Ew wêne baş jî be xirab be jî wêne yê we ye.”

Di dersa dawî ya kargehê de Abdurrahman Gokî bi ezmûnên xwe behsa nûçegîhaniya li herêmên şer û pevçûn lê hene kir.

Rojnameger Gokî weha got, “Rojnamegeriya ku mirov li Kurdistanê dike bi sere xwe rojnamegeriya şer e.”

Gokî diyar kir ku rojnamegeran li Şengal û Kobaniyê dema nûçe dişopandin metirsîdar bûn. Lê rojnamegeriya ku li Cizîr, Şirnex, Sûr û Nisêbinê dihate kirin hê mêtirsîdar bû û weha pê de çû, “Hûn nizanin li ku, wê çi bê sere we, gule li ku ve wê li we keve, nûçegihaniya kul i vir tê kirin zaf biêş in û dibe sedemê travman.”

*Bianet