Kargeha Ewlehîya Dîjîtal û Nefes û Dîksîyonê – Ji bo serlêdanê roja dawiyê ye!

19/10/2021

Botan International dê bi hevkarîya Rojnamegerên Sînornenas (RSF) 23 û 24yê Mijdarê Kargeha Ewlehîya Dîjîtal û Nefes û Dîksîyonê pêk bîne.

Ji bo hûn beşdar bibin divê hûn forma serlêdanê dagirin û bêne hilbijartin.

Forma Serîlêdanê

Kargeh dê li Ofîsa Botan Internationalê ya Diyarbekirê/Amedê bê pêkanîn û ders dê Kurmancî bin.

10 kes wê beşdar bibin û 7 kes ji van beşdarên kargeha berê (23-24.09.2021) ne, ji van 10 kontenjanan 3 heb vala mane û em ê ji serîlêdanan 3 kesan hilbijêrin. Heger di serîlêdanan de têra kargeheka din jî kesan daxwaz kiribe em ê vê kargehê dubare bikin.
Lijneya hilbijêr dema beşdaran hildibijêrin dê ji bo jinan, rojnamegeran, wan kesên serî li bernameyên me dayîn û nehatîn hilbijartin, kurdînivîsan û xwendekarên rojnamegerîyê rêxweşker bin.

Heger hejmara serlêdera têra kargeheka din bike em wiha plan dikin ku vê kargehê dubare bikin. Heger hûn ji bo vê kargehê neyên bijartin jî nekin xem.

Piştî kargehê sertîfîkayek dê bê dayin. Kargeh bêpere ye.

Botan International dê ji bo rê û manê bûrsê nede. (Mixabin me vê carê ji bo vê yekê fon nedît.)

Dersdar: Nergîz înal (Endazyara Kompîterê), Serdar Canan (Etnomûzîkolog)

Heke pirseka we hebe ji kerema xwe re ji me re binivîsin.

Berpirsa têkilîyên digel beşdaran: Vahdet Uçar – [email protected]


Berpirs: Murat Bayram – [email protected]

Belge û anîmasyonçêker: Semiha Yildiz

Şêwirmend:
Pispora meteryalên perwerdekirina kurdîyê, As. Prof. Zuzan Barwarî

Şêwirmend:
Pispora Zayenda Civakî, Dr. Isabel Kaser

Şêwirmend:

Pispora zimanê Ingilîzî, Veen Sulaivany

www.botaninternational.com
www.botantimes.com

Ofîsa Diyarbekirê:

Yenişehir Mahallesi, Ali Emiri 1. Sokak, Nuyap Center Office, Kat: 2, No: 13


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Birêvebirên Botan Internationalê li du bernameyên navneteweyî bûn

Weşana paşê

Di bernameya Cotmehê ya Şanoya Bajêr a Amedê de çi heye?

Te hay ji vê heye?

MLSAyê li Amedê kargeha xwe pêk anî

Kargeha Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê

Botan Internationalê du kargehên li ser podcastan pêk anîn

Botan International bi piştgirîya Fona Demokrasîyê

Dersdarên Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal kî ne?

Botan International dê bi piştgirîya Fona

Botan International dê Kargehên Rojnamegerîya Kurdî ya Dijîtal pêk bîne

Botan International dê bi piştgirîya Fona