Kargeha Ewlehîya Dîjîtal û Nefes û Dîksîyonê dest pê kir

  • 24/10/2021
Kargeha Ewlehîya Dîjîtal û Nefes û Dîksîyonê dest pê kir
Vahdet Uçar Fotoğrafı

Vahdet Uçar

24/10/2021

7emîn kargeha rojnamegerîyê ya Botan Internationalê dest pê kir. Ev kargeh bi hevkarîya RSFyê (Rojnamegerên Sînornenas) tên pêk anîn. Ev sêyemîn kargeh e ku bi sponsorî û hevkarîya RSFyê tê kirin. 

Wek ku tê zanîn Botan International hewl dide ku perwerdeyên medya û rojnamegerîyê bi zimanê kurdî pêk bîne û heta niha 6 kargeh pêk anîne û ya 7emîn jî pêk tê (23.10.2021). 7emîn kargeha rojnamegerîyê ya Botan Internationalê hat pêkanîn. Ev kargeh bi hevkarîya RSFyê (Rojnamegerên Sînornenas) tên pêk anîn. Ev sêyemîn kargeh e ku bi sponsorî û hevkarîya RSFyê tê kirin.

Kontenjan bi 10 kesan sînorkirî bû

Di van kargehan de kontenjan bi 10 kesan hate sînorkirin û 7 kes ji van beşdarên kargeha Podcastan bûn. Ji bo ku berdewamîya perwerdeyê hebe Botanê û RSFê ew biryar dan ku mafê beşdarîyê yê beşdarên kargeha Podcastan bê parastin, lewra kargehên berî niha bi giştî di derbarê rojnamegerîyê de bi çarçoweyeka berfireh bûn lê ev du kargeh in ku bi serenav û çarçoveyeka spesîfîk kargeh tên pêk anîn. Lewra jî ew biryar hate dayîn ku mafê beşdarên berê bê parastin û li gor vê yekê jî tenê 3 kesên nû hatin hilbijartin ji bo vê kargehê.

Helbet gava kontenjana beşdarên nû hate îlankirin û gelek daxwaz hatin kirin, bi taybet ji bo dersa Nefes û Dîksîyonê, ew biryar hate dayîn ku kargeheka din bi taybet ji bo Nefes û Dîksîyonê bê li dar xistin.

Berî ku ofîsa Botan Intê li Diyarbekir bê vekirin kargeh bi awayekî onlîne bi rêya bernameya ZOOMê dihatin pêk anîn lê ev kargeh a duyemîn e ku li ofîsa Diyarbekirê rû bi rû tê kirin. 

Di vê kargehê de dersên Ewlehîya Dîjîtal û Nefes û Dîksîyonê tên dayîn. Di Roja ewil a kargehê de Endazyara Kompîterê Nergîz înal dersa Ewlehîya Dîjîtal da. 

Di vê dersê de mijar çi bû?

Nergîz di dersa roja ewil de di derbarê înformasyonên teknolojîyê û kompîteran de agahî dan. înalê bi giştî behsa van tiştan kir; Gelo teknolojî çiqasî di jiyana me de cî digre, di kîjan qadan de dibe xwedîyên kîjan agahîyên me, gava em teknolojîyê bi kar tînin teknolojî me çiqasî bi kar tîne, amûrên me çiqasî bi kar tîne, jiyana me û înformasyonên me çawa û çima bi kar tîne, mirov dikare çawa bi awayekî ‘azamî xwe biparêze ji van tiştan, ji xetereyan û ji êrîşên teknolojîk. Gelo çi cûre êrîşên dîjîtal hene û mirov dikare xwe çawa biparêze û hwd. 

Di vê roja ku her qada jiyana me bi teknolojî û înternetê hatî xemilandî de gelo em ê çawa xwe û agahîyên xwe biparêzin û xwe nekin yek ji data û objeyeka vê qadê? Kêm zêde di vê mijarê de agahî hatin dayîn, nîqaş hatn kirin, pirs û bersiv hatin dayîn.

Nergîz înal  kî ye?

Nergîz înal di sala 1990an de li Gundikê Melî ku girêdayî Şirnexê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û dibistana navîn li Gundikê Melî xilas kiriye, Di sala 2007an de Lîseya Teknîk li ser beşa bîlîşîmê xilas kiriye. Di sala 2010an de li Zaningeha Harranê ya Rihayê bernameya du salî ya Teknolojîya Kompûterê û Bernameçêkerîyê xilas kiriye. Di navbera salên 2011-2014an de li Şirnexê  Rêvebiriya Navenda Mikrokredîyê kiriye ku ji bo jinên peyaner e ev navend. Di salên 2014-2019an de li Zaningeha Karabûkê beşa Endazyarîya Kompûterê (%100 ing) xwendiye. Di bin banê ‘’Erkam Nivîsbarî’’yê de pêşvexistina nivîsbarîya ‘’Bejan Game’’yê kiriye. Niha di Sektora Nivîsbarîya ABRHyê de weka Fronted Developer cî digre û weka Freelancer jî projeya E-Ticaret Devopsê dimeşîne.

%d