Kargeha çîrokên afirîner dest pê dike.
Kargeha Çîrokên Afirîner, dê bi hevkarîya Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK), Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Weşanxaneya Moriyê bê lidarxistin.
Kargeh dê bi beşdarîya nivîskar Mem Bawer pêk bê ku wî heta niha 14 kitêbên zarokan amade kirine û weşandine.
Ew dê li kargehê, li ser çîroka kurdewar û folklorîk “Hebhinarê” rawestin. Li ser çîrokan, berî xwendinê fikr û ramanên zarokan dê bêne standin. Paşî dê çîrok bê xwendin û dê bi pirs û bersivan biqede.
Ew dîyar dikin ku ji bo pêşveçûna xewn û xeyalên zarokan ew dê li ser mijareka dîyarkirî ji zarokan bixwazin ku vê carê ew çîrokekê binivîsin û dê li ser wan çîrokan gûtûbêj bêne kirin.
Kargeh li Ma Zarokê 15yê cotmehê saet 16:00-17:00an dest pê dike û dê hefteyekê dewam bike.
Kontenjana wan ji 15 kesan pêk tê ku divê temenê serlêderan di navbera 10-14 salîyê da bin.

sitesinden daha fazla şey keşfedin
Subscribe to get the latest posts sent to your email.