Serokê Partîya Saadetê (SP) Temel Karamollaoglu dîyar kir ku di hilbijartinên Tirkîyê de wê helwesta Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) pir girîng be.

Karamollaoglu di roportajeke taybet de, ku îro Pêncşemê li ser BBC Tirkî û VOA Tirkî hat weşandin, da zanîn ku ewê HDP encama hilbijartinê bêlî bike.

Wî got ku ew bixwazin nexwazin jî HDP li gor polîtîkaya xwe sîyasetê dimeşîne.

Muxalefeta Tirkîyê bi 6 partîyan li dora maseyekê kom bûye û SP jî yek ji wan partîyan e.

SP di sala 2001an de bi rêberîya Necmettîn Erbakan ava bûye û di spektruma sîyasî de li rastê ye. Di halê hazir de, li meclîsa Tirkîyê ya bi 600 kursî bi tenê 1 kursîya SPê heye.


Da em bikarin rojnamegerîya kurdî bikin û tu van naverokan bibînî piştgirîya me bike... There are 2,389 magazines in Turkey, only the BotanTimes Weekly e-magazine reports in Kurdish. We also translate some of our news stories into English. Support us to keep this journalism going!