Kaplan: Ez Kurd im, xanima min Tirk; bila nijadperest şerm bikin

16/12/2022

Sîyasetvan Hasîp Kaplan ji Twitterê ser 44 salên bi xanima xwe re fotografek weşand.

Kaplan bi twîtekê dîyar kir ku ew Kurd e û xanima wî jî Tirk e. Wî di dewama twîtê de ji nijadperestan xwest ku li wî û xanima wî binêrin û şerm bikin.

Bi zêdetirî 600,000 şopîner, Hasip Kaplan li ser Twitterê profîleke aktîf e. Ji agahîyên platformê bêlî dibe ku Kaplan di sala 2010an de hesabê Twitterê vekiriye.

Kaplan, ku di partîyên pro-Kurd de parlamanterî kiriye, bi ûsliba xwe ya mîzahî jî tê naskirin.


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Rojên Belgefîlmên Mafên Mirovan li Amedê 20 fîlman belaş nîşan dide

Weşana paşê

Demîrtaş, hikûmeta Îranê bi çar zimanan şermezar dike