Weşanên Nûbiharê kampanyaya berhevkirina kitêban daye destpêkirin bo wan xwendekarên ku dersa kurdî hilbijartine.
Di çarçoveya kampanyayê da bi tenê kitêba Mikaêlê Reşîd ya bi navê Pişîka Min dê ji bo xwendekaran bê berhevkirin û şandin.
Li gorî metna ragihandinê texmînî 25 hezar xwendekaran dersa kurdî hilbijartîye. Armanca kampanyayê ew e ku ev xwendakarên dersa kurdî hilbijartine bibin xwedan kitêb. Ji ber vê yekê jî kampanya bi navê ’25 hezar xwendekar û 25 hezar’ kitêb dest pê kirîye.
Wan li ser hesabên xwe yên medayaya civakî ragihandîye ku ev kapmanya dê heta 21ê Adarê Newrozê berdewam bike.
Weşanên dawiyê
- Zindî10/09/2024Rojeva Zindî: 10.09.2024
- Çand û huner10/09/2024Serlêdanên Kreşên Pirzimanî yên Şaredariya Batmanê dest pê kirin
- Çand û huner10/09/2024Amed – Şaredarî ji bo geşkirina edebîyata kurdî dê kargehên wergerê veke
- Çand û huner09/09/2024Lîstikvana kurd Ala Reyanî: Divê em bi xwe destanên xwe bi hunerê vebêjin