Kaftancioglu Dibêje Wê Ti Heqaret li Îmamoglu Nekiriye

Kaftancioglu Dibêje Wê Ti Heqaret li Îmamoglu Nekiriye
Kaftancioglu Dibêje Wê Ti Heqaret li Îmamoglu Nekiriye
Botan Times
  • 2 Aralık 2022 12:46

Seroka Stenbolê ya Partîya Komarî ya Gel (CHP) Canan Kaftancioglu da zanîn ku wê ti heqaret li şaredarê bajêr Ekrem Îmamoglu nekiriye.

Hin rojnameyên nêzî îqtidara Partîya Dad û Pêşveçûnê (AKP) di rojên borî de dîyar kiribûn ku di navbera Kaftancioglu û Îmamoglu de girjîyeke mezin heye.

Di wan rojnameyan de hatibû îdiakirin ku Kaftancioglu ser Îmamoglu gotinên wek ‘’bêfehm’’, ‘’qafmitehît’’, ‘’şîzofren’’ kirine.

Kaftancioglu ji Twitterê da zanîn ku wê ti heqaret nekiriye û dîyar kir heta ew di hilbijartinê de bersîvê didin ewê hin derdor senaryoyan li hev bînin.

Wê got ku ‘’şîzofrenî’’ tarîfeke tibî ye û ew wek doktor baş dizanin ku ew nikarin gotineke wisa bo heqaretê bibêjin.

Şaredarê Stenbolê Îmamoglu ser îdiayên rojnameyên nêzî îqtidara AKPyê gotibû ku Kaftancioglu xanimefendîyeke nazik e û ew bawer nake ku wê gotinên wisa kiribin.

Îmamoglu yê CHPyî ji 2019an vir ve şaredarîya Stenbolê dike û di rojeva sîyasî ya Tirkîyê de navekî berçav e.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), ku di spektruma sîyasî de li çepê ye û pro-Kurd tê qebûlkirin, di hilbijartinên herêmî yên 2019an de li Stenbolê de bo serketina Îmamoglu xebitîbû.

Hejmara Kurdên li Stenbolê îro ro bi awayekî resmî nayê zanîn, lê dîplomatê Amerîkî John Tirman di sala 1997an de daye zanîn ku li Stenbolê bi texmînî 4 mîlyon Kurd hene û piştî wî Wezareta Derve ya Almanya jî di sala 1998an de dîyar kiriye ku li Stenbolê 3 mîlyon Kurd dijîn.