Joyce Blauya pispora edebîyat û zimanê kurdî, wefat kir.
Blauyê li Enstîtuya Neteweyî ya Ziman û Şaristanîyên Rojhilat (INALCO) mamostetî kirîye.
Ew yek ji damezrîner û birêvebira Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye ku wê gelek xebat li wir kirine.
Wê bi xebatên xwe yên li ser Kurdî jî deng vedaye.
Li Parîsê xwendekara Kamûran Bedirxan bû.
Joyce Blau sala 1932yan li Qahîreya paytexta Misirê ji dayîk bû. Di salên 50î de wê koçî Fransayê kir û dest bi hînbûna zimanên Erebî, Farisî û bi taybetî zimanê Kurdî kir. Joyce Blau doktoraya xwe ya Kurdî ji Zanîngeha Sorbonnê wergirt û li wir mamostetîya Kurdî jî dikir.
Joyce Blau xwedî gelek berhemên edebî ye, ji wan ya herî girîng ferhenga Zimanê Kurdî/Frensî/Îngilîzî ye ku ferhenga yekem a di vî warî de ye ku li Fransayê derketîye. Her wiha Joyce Blau ferhenga Kurdî-Fransî û gotarên li ser bikaranîna zimanê Kurdî di Soranî û Kurmancî de nivîsandine û gelek berhemên wêjeyî wergerandine.
Li ser Keleha Hewlêrê 13ê Gulana 2023yan bi beşdarîya wê, Pirtûkxaneya Joyce Blauyê hatîye vekirin.
Çendek ji berhemên wê:
Pirsa Kurd, lêkolîneke civakî û dîrokî ya sala 1963yan
Kurdên Amedîyê û Çîyayê Şingalê – Analîzên Zimannasî û Deqên Folklorî (1975)
Cihûyên Kurdistanê (1985)
Kelepûra Kurdî (2012)