‘Jîyaneka têrûtijî’ piştî 99 salan Tarık Ziya Ekinci xatira xwe xwest…

19/08/2024

Vecdi Erbay

Merasîma cenazeyê Tarık Ziya Ekinci têra xwe qelebalix bû. Gelek sîyasetmedar û gelek kesên nas li goristana Şehitlikê bûn. Dinya germ bû. Şaredarîya Amedê, li ser rêya goristanê konên portatîf vedabûn û av belav dikir, vê yekê hinek bêhna me anî. Şaredarîya Amedê, piştî wefata Ekinciyî, yekser ligel malbata wî ketîye têkilîyê û merasîm organîze kirîye.

Gelek zehmet e mirov texmîn bike ka ciwan çiqas Ekinciyî nas dikin lê jixwe ji beşdarên merasîmê dîyar bû ku zêdetir kesên emirdirêj bûn. Divê mirov vê yekê çawa bibîne û şirove bike. Van salên dawîyê Ekinci nexweş bû û di civînan da jî xuya nedikir. Em li dewrekê wisa dijîn tu dibêjî qey her tişt hema ji dîmenan pêk tê û ciwan jî herî zêde ji wê yekê bawer dikin ka çi dibînin û hema qedr û qîmetî didin hindê. Belkî jî ji ber vê yekê be ku beşdarîya ciwanan kêm e.

Xwezî kitêbên wî ji nû ve bihatana çapkirin. Xwezî nivîs û gotarên wî yên di kovar rojnameyan da bihatana berhevkirin û wekî kitêb bihatana çapkirin. Têkoşîna sîyasetmedarekî kurd û sosyalîst a durûdirêj dê ji bo ciwanan sûdmend be. Di heman demê da, dê ji bo lêkoleran jî bibe çavkanîyeka giring.

*

Lêbelê ev jî heye: Ferqeka mezin heye di navbera van salan da û ew salên ku Ekinci sîyaset dikir. Ew salên ku talebên sîyasî yên kurdan wekî “pirsgirêka rojhilatê” dihatin dîtin, Ekinciyî di bin banê TÎPê da sîyaset dikir. Tesîreka wî ya mezin heye li ser hindê ku talebên kurdan yên sîyasî wekî “pirsgirêka rojhilatê” bêne dîtin. Kêmdîtina vê tevkariyê safitî ye. Te dît ciwanek li hemberî Musa Anter derdikeve û dibêje “tevkarîya we ya têkoşîna kurdan sifir e”, Anter jî neçar maye bo wî rave bike ku qedr û qîmetekî hindê heye mirov têkoşînê heta sifirê bîne, meseleya Ekinciyî jî ev e. Ekinci rê li ber hindê vekirîye ku li ser taleban bê axaftin ev jî yek ji encamên têkoşîna wî ya sîyaseta aktîf e. Wî di nav refa têkoşerên çînên jor û jêrî da jî sîyaseta xwe dikir û ne hêsan bû ew di atmosfereka wiha da behsê mafên kurdan bike.

Ma qey sîyaset hêsan e aniha? Hema van rojan hewil dan Ahmet Şık li meclîsê, dema axaftina xwe dikir, lînç bikin. Eynî wekî ya Çetin Altan ku Ekinciyî ligel wî sîyaset dikir li TÎPê, 1968an li meclîsê hewil dan Çetin Altan lînç bikin.

*

Hevserokê giştî yê DEM Partîyê Tuncer Bakırhan di merasîma cenazeyî da axivî, wî wiha got: Wî îşkence dît, kefte hefsê, sirgûn bû û ji malbat û zarokên xwe dûr ma lêbelê dev ji têkoşînê berneda. Bakırhan, neheq nebû. Ekinci, bi tecrûbeyên xwe yên sîyasî her tim li ber xwe da ku sîyasetê bike. Ew li pişt gotinên xwe bû wexta ew ligel sîyasetmedarên kurd û tirk dikete nîqaşê. Wî ji jîyana xwe dizanî ku ev li Tirkîyeyê sekneka bi bela ye û zehmet e. Ekinci li girtîgehê mabû, sirgûn bûbû û birayê wî jî miribû. Wî bawerîya xwe bi wê çendê dianî ku bi rêya demokrasîyê, pirsgirêka kurdî û gelek meseleyên din, dikarin bêne çareserkirin. Ji ber vê yekê jî, digel ku wî di çi partîyan da cih nedigirt jî, di nav pêkhateyên nû da cih girt û ew beşdarî konferansan dibû. Wexta ku pirsgirêka rojhilatê wekî pirsgirêka kurdî hat nîqaşkirin, ji bo ku pirsgirêka kurdî bi rêya demokrasîyê bê çareserkirin wî fikrên xwe dianîn ziman, lê wî dizanî ku ew dê li dijî fikrên partîyan bisekine, dê bi tenê bimîne û dê bê jibîrkirin. Lêbelê jixwe edetê wî bû ku ew fikrên xwe aşkera û zelal bîne ziman û bi israr li pişt gotinên xwe bisekine. Ew mirovekî rastûdurist bû, her kesê ku di nav polîtîkayê da ye, herwekî ev yek ji bo wan tiştekî jêneger be, wisa didîtin.

*

Li ber derîyê goristanê, bi dehan polîs, bi erebeyên xwe yên zirhî, li wir bûn. Nizanim, ka gelo yek ji van polîsan jî Tarık Ziya Ekinci nas dikir an ne? Çima li vir, li ber vê kelekelê havînê disekinîn? Tiştên wiha ecêb têne bîra mirovan. 

Parlementerê CHPyê Sezgin Tanrıkulu jî axivî. Wî bal kêşa ser wê yekê ku Ekinci ji bo sosyalîstên tirk û ji bo kurdan wekî hafizeyeka tarîxî ye. Tanrıkulu wiha got: 99 salên emrê wî, dîroka vê axê ye. Di heman demê da nîşaneya hindê ye ka çi bi serê me hatîye û me çi jîyaye. Hafizeya tarîxekê ye. Tarîxa cesaretê ye. Tarîxa istiqrar, entelektuelî û berxwedanê ye.

99 sal ji bo emrê insanekî ne kêm e. Kesek dikare di 99 salan da gelek tiştan bike. Ez bawer im di emrê wî da bi tenê têkoşîn hebû.

Sosyalîst bû û şerê çînên jor û jêrî dan.

Doktor bû û ji bo karê xwe têkoşîya.

Kurd bû û ji bo mafên kurdan xebitî.

Wî berê xwe da sîyasetê û li partîyên wekî DP, CHP û TîPê sîyaset kir.

Doktorekî baş bû, nexweş li ber derê wî rêz dibûn. Serokatîya Odeya Bijîşkan kir, ji bo parstina rûmeta karê xwe xebitî û hewil da pirsgirêkên di qada tenduristîyê da çareser bike.

Qelemê wî baş bû, gotar û kitêb nivîsîne.

Kiryarên wî li xweşa iqtîdarê nediçûn û li girtîgehê ma. Bo Fransayê sirgûn bû.

Cenazeyê birayê xwe rakir û ji bo ku failên wî dîyar bike li ber xwe da.

99 salên têrûtijî derbas kirin û heqê 99 salan da. Ne tenê bi emirdirêjîya xwe, herwiha bi kiryarên xwe ên di temamîya emrê xwe da “bû dîroka hafizayekê”.

*

Dinya, ne li hesabê germ bû. Ji hemî partîyan sîyasetmedarên kurd li merasîmê bûn. Ew kesên ku li wir civîyabûn, behs dikirin ka Ekinci çiqas mirovekî bi qedr û qîmet e. Wexta min xebera wefata wî bihîst, ez ligel nivîskar Hasan Öztoprakî axivîm. Öztoprak û Ekinci bi hev re, her du li girtîgeha Bayrampaşayê mabûn. Öztoprak derbarê Ekinci da wiha got: Em bi hev ra di nav heman komê da bûn lêbelê rêza her kesî hebû, yanî rêza komên çepgir jî bo kekê Tarık hebû. Tarık Ziya Ekinci hem ji bo sosyalîstên tirk hem jî ji bo kurdan mirovekî biqîmet bû.

Ewil Stenbolê paşî jî Amedê ew oxir kir, ji bo her tiştên di 99 salên emrê wî da, em minêkar in, rêz û slav û hurmet bo cenabê wî…

Ev nivîs ji malpera GazeteDuvarê hatîye wergirtin û wergêra wê jî ji alîyê Engin Ölmez ve hatîye kirin.


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Te ev dîtıne?

Şikefta Şanederê: Aliyên Sosyolojîk ên Neandertalan û Nîşaneyên Hevgirtina Civakî

Daneyên ku ji Şikefta Şaneder hatine bidestxistin nîşan didin ku Neandertal xwediyê

Narîn, Tavşantepe û Qanûna Omertayê

Gelo gundî û dostên wan ên 40 salan bi rastî jî dizanin

Li Tirkiyeyê Kurdî û Polîtîkayên Zimanî yên Netewe-Dewletê

Digel polîtîkayên înkarê yên netew-dewletê li Tirkiyeyê, kurdî dengê têkoşîna gelê xwe