“Jiyana mûzîkê jî sîyaseteka mezin e”

“Jiyana mûzîkê jî sîyaseteka mezin e”
“Jiyana mûzîkê jî sîyaseteka mezin e”
Beril Caymaz
  • 7 Nisan 2023 20:36

Min îro jineka ciwan a biheyecan nas kir ku ew hîn 19 salî ye. Fularekî binewşî li dor porê xwe girê daye û di ber ba yê pêl dibe. Navê wê keçîkê Herêm Nergîz e. Wê ji bo namzetîyê ya Partiya Kesk a Çep serlêdan kiriye. 

Di heman demê da Herêm, hunermedeka ciwan e û ew 4 sal in dersên taybet yên tembûrê digire. Bi dengekî bilind stranan dibêje. Ew îlhama xwe ji Êyşê Şanê digire û dîbêje:

Hûner dê her tim di jîyana min da hebe. Jiyana hûnermendên me yên mirine bala min kişand. Ji Radyoya Êrîvanê Meryem Xan, Aram Tîgran, Sûsika Simo û hin siyasetmedar jî bala min dikşandin. Bi taybetî Êyşê Şan minak digirim. Ji ber ku Eyşê Şan jî pir gerîyaye û her tim koç kiriye.  Her tim jê ra gotine ku ‘ev jineke û çawa dikare stranan bêje.’ Lê wê guh nedaye tu kesî û stranên xwe gotiye. Min jiyana wan lêkolîn kir û xwend.

Herêm di nava malbatekî koçber da mezin bûye û ji xelkê Farqînî ye. Herêm sedî sed ji xwe bawer e û xwe wek Kurd, jin, hunermend û ciwan dide nasîn.  

Qedexekirina mûzîka kurdî bû sedem ku ez ketim nav sîyasetê. Ez dixwazim di nav çand û hûnerê da bi nasname xwe ya hunermend li meclîsê ji bo ciwanan behsa kêmasîya muzîka kurdî bikim. Minak bila dengbêjên Kurdî bên naskirin yanî ez dixwazim Kurda li wê meclîsê bidim naskirin.

Derdora Herêmê, ji wê ra dibêjin ku tu ciwanî, pêşeroja me yî û em ji te bawer in. 

Wextê min wê qerarê da malbata min gelekî keyfxweş bû. Ji min ra gotin ‘em ji te bawer in. Te çawa ku xwe di qada hunermedîyê da pêş xist, em di vê mijarê da ji te bawer in.’ Bi rastî roja ku min serî lê da hevîya min pir kem bû. Lê pişti ku gel pê hesîyan piştgirîyeka pir mezin, alîkarîyeka pir mezin dan min” 

Herêm dixwaze ku bi rêya xwendinê jî armanacên xwe pêk bîne. Ew dixwazê di zanîngehê da beşên, sîyasetnasîyê yan jî Hîqûqê bixwîne.