Çargoşebûna her tiştî, giloverbûna her tiştekî nuwaze te aciz dike. Ji xeynî van sînorên stranan, şeklên bêqisûr ên herfan jî te aciz dikin. Divê, biqusûrbûn hebe li her derekî, ji bo ku tu bikaribî bi qusûrên xwe re, xwe ava bikî. Belkî cara ewil e te tiştekî bêqusûr kir; tu qîriyayî, bi dengekî zelal û saf û bênavber. Gelo te xwe rihet hîs kir? Tu baş bûyî? Te dilê xwe vala kir? Tu ne bawer î! Mixabin tu ne bawer î ka te bi temamî avêt. Hêj çend zinar û qîrîn lazim in.
***
Dûr e, ev demeke dirêj e hewesa jiyanê; virtîvalabûna wê, tunekirina wê hêza te hêdî hêdî kêm dike. Ne hêz tenê, daxwazên bi her rengî jî xilas dike. Tu bi piranî diêşî, lewre tu dibînî dilê te dişide, lê ji ber ku di qefesê de ye kesek nabîne, her kes wî dilî azad dihesibîne. Tu diêşî, bi destê xwe dixwazî derman bikî, lê piştî demeke kurt ew hewes jî diçe.
Tu dibînî, tav derdikeve bi geşbûna xwe ya rojane, pê re ew hewes heye, dev ji biriqîna xwe bernade. Behr çi dibe bila bibe, dema ku wextê wê tê xwe li zinaran dide û dengê pêlên xwe digihîne te. Dar, payîzê dixwaze belçimên xwe biweşîne da ku bêhna xwe bide û xwe nû bike. Tu li wan dinêrî û li girêdanên xwe. Azadbûna wan te azad nake. Tu nikarî her roj bibiriqî, nikarî kengî dilê te bixwaze pêlên xwe li zinaran bidî, nikarî belçimên xwe biweşînî û xwe nû bikî. Tu wextê wê jî nizanî.
Ji bo çi tu dixwazî vî tiştî bi rêk û pêk bikî, nizanî. Dizanî esas, bersiva vê jî te diêşîne, ji ber vê xwe bi nezanbûnê datînî. Ev rewş reva te xurttir û bileztir dike û bi vê nezanbûn û lezgîniyê xwe digihînî ser serê çiyayekî bilind û heta ji te tê, heta kezeba te biteqe dest bi qîrîniyê dikî, bê navber, bê navber heta ku dengê te jar dibe û bi temamî diqede. Ji wî dengî çûk xwe didin aliyekî, bê deng dimînin. Xweziyê xwe bi te tînin, heta êvarê çîveçîva wan e lê nikarin wekî te kezeba xwe biteqînin. Te kir! Tu dikî! Tu dixwazî bikî! Tu dikî lewre tu dixwazî ji jiyana çargoşe derkevî, tu dixwazî jiyaneke kûbîk ava bikî, bê şekil, bê sînor, bê deng.
Çargoşebûna her tiştî, giloverbûna her tiştekî nuwaze te aciz dike. Ji xeynî van sînorên stranan, şeklên bêqisûr ên herfan jî te aciz dikin. Divê, biqusûrbûn hebe li her derekî, ji bo ku tu bikaribî bi qusûrên xwe re, xwe ava bikî. Belkî cara ewil e te tiştekî bêqusûr kir; tu qîriyayî, bi dengekî zelal û saf û bênavber. Gelo te xwe rihet hîs kir? Tu baş bûyî? Te dilê xwe vala kir? Tu ne bawer î! Mixabin tu ne bawer î ka te bi temamî avêt. Hêj çend zinar û qîrîn lazim in.
Foto ji vê malperê hatîye wergirtin.