Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

“Jiyana me, mala me, Tv û radyoya me bû, niha ew jî çû”

22/02/2023
Gerînendeyê Weşana Can Radyo Tv yê Ahmet Dalgiç

Me di sala 1993an de dest bi weşanê kir. Ji wê salê heta îro tû carî weşana me ewqasî nesekinî ye. Erê em bişans in ku em dijîn. Lê jiyana me, mala me, Tv û radyoya me bû. Niha ew jî çû.

Ahmet Dalgiç

Gerînendeyê Weşana Can Radyo Tvyê Ahmet Dalgiç, piştî erhêjê rewşa televîzyona xwe bi van gotinan tîne ziman.

Buroya wan jî di avahiya Galerîayaya Amedê de bû ku niha tê xirakirin.

Erdhêjê wekî gelek kesî tesîrê li hempîşeyên me jî kir.

Avahiya me ya Can Radyo-Tvyê ji sala 2002an vir ve li Galerîyayê ye. Di erdhêjê de li bloka me tu zirar û zîyan çênebû. Li gel wê jî destûr nehat dayîn ku em bikevin avahiyê û amûrên xwe yên weşanê bigrin. Niha tu tişteke me nema. Hemû amûrên me yê wêşanê di wê avahiyî de ye. Kirîna wan jî gelekî zehmet e.

Gerînendeyê Weşana Can Radyo Tv yê Ahmet Dalgiç

Li cihê ku ewqas eş têne kişandin…

Di avahiya Galerîayê de bûroya Ajansa Surê

Di avahiya Dîyar Galerîyayê de buroya Ajansa Surê jî hebû.

Ajansa Surê ku beriya du salan hatibû damezrandin bûroya wan jî dê di binê xirabeyên avahiyê de bimîne.

Di dema xirakirina avahiya Galerîayayê de em rastî yek ji avakarê ajansê Rojnameger Arîf Bulut tên.

Bulut li ser xirakirina avahiya ku buroya wan jî tê ye ji me re wîha dibêje;

Ajansa Surê, min û hevalekî xwe me bi keda xwe avakir. Avahiya ku buroya me jî tê de ye niha wê bê hilweşandin. Erê hin tîştê me di hûndîr de ye. Lê li cihê ku ewqas eş tê kişandin nabe em behsa van tiştan bikin.

Rojnameger Arîf Bulut

Rojnamegerên li herêmê jixwe zehmet karê xwe dikirin.

Pîştî erdêjê barê wan girantir bû. Ji cîh û amûrên xwe yên teknîkî jî bûn.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Gülistan Korban Rençber nûçegihan û edîtora Botan Timesê ye. Wê di sala 2013an de li bajarê Amedê li televizyoneke heremî ya bi navê Gun Tv’ye bi nûçegihantîyê dest bi kare xwe yê rojnamevanîyê kir. Piştre derbasê televizyona bi navê Azadî Tvyê bû û li wir edîtorîya nûçeyên Kurdî kir û nûçe pêşkeş kirin. Bi girtina Azadî TVyê re di 2016an de li malpera 1HaberVarê wekî edîtora nûçeyên Kurdî dest bi kar kir û di heman demê de malperêbernameyek çêkir û pêşkeş kir. Wê wek rojnamegera serbixwe ji bo bianet, PodcastKurdî û Botan Timesê kar kiriye.

Te ev dîtıne?

RAWEST: Kal û pîr xwe ji ciwanan bêçaretir hîs dikin lê ciwan ji pîran bifikartir in

Şîrketa Lêkolînan Rawestê raportek derbarê “Rewşa Piştî Erdhejê, Qenaet û Hêvî” (Depremin

Li herêma erdhêjê de 3 mîlyon kesan koç kirine

Erdhêja 6ê Sibatê bandor li 13 mîlyon kesan kir. Li gor agahîyên

“Erdhêjê nekuşt dibêjin bila çem bikuje”

Bajarê Amedê jî ji erdhêja 6ê Sibatê para xwe girt. Bi hezaran