Jîna û Mahsa

Nıvîskar:
3 weeks berê

Gelo Jîna û Mahsa heman nav in? Heman kes in? Mahsa wek navekî farisî, semboleke nasnameya dewleta Îranê û polîtîkayên tunekirina li ser kurdan e. Navê Mahsa ji bo Îranê navekî bêzirar(!) e, navekî qanûnî ye. Çimkî farisî ye. Lê Jîna? Jîna çi temsîl dike? Çima Jîna hatiye qedexekirin û çima Jîna hatiye kuştin?

***

Jîna Amînî, roja 16ê Îlona 2022an, li Tehranê, ji aliyê dewleta Îranê ve hat kuştin. Kuştina Jîna Amînî, li her derê cîhanê, ji aliyê milyonan insanan ve hat protestokirin. Jîna Amînî, îsal jî, 16ê Îlonê, ji aliyê gelek kesan ve hat bibîranîn.  Di protesoyên li hemberî kuştina Jîna Amînî de û di nûçeyên li ser mirina wê de, li gelek cihan du nav dihatin bikaranîn: Jîna Amînî û Mahsa Amînî. Naveke kurdî û naaveke farisî. Belkî ji bo gelek kesan tu ferqa van navan tunebe. Çimkî dawiya dawî qala heman kesê dikin. Gelo bi rastî jî, Jîna û Mahsa, heman kes in? 

Îran, bi salan e, qedexeyên li ser zimanê kurdî bi tundî didomîne. Herçiqas serokkomarê wan li meydanan bi kurdî xeber bide jî, qedexeyên mezin li ser zimanê kurdî hene. Li ser perwerdehiya kurdî, li ser xeberdana kurdî û li ser bikaranîna navên kurdî! Ji ber van sedeman, li Îranê, gelek malbatên kurd, nikarin navên kurdî li zarokên xwe bikin. Ji ber ku saziyên fermî, di nasnameyê de navên kurdî qebûl nakin, malbat bi mecbûrî navên farisî li zarokên xwe dikin û di karên fermî de, navên farisî bi kar tînin. Li malê jî, navên kurdî. Navê mirovan, ji bo dewletekê çima ewqas girîng e? Çima ewqas girîng e ku li ser qedexe tên datîn, li ser qanûn tên derxistin? Gelo binavkirina mirovan tê çi wateyê û çi temsîl dike?

Li gor pirtûkên pîroz û çîrokên qedîm, Xweda piştî ku Adem afirand, wî fêrî  navê tiştan, ajalan û heyînan kir. Ji bo Adem, ev hêzeke mezin û xwedayî bû. Çimkî, hemû heyîn, wê êdî bi navên ku ji devê Adem hatine gotin bên zanîn û nasîn. Navên ku bi devê Adem hatin gotin, bi xwe re jiyaneke nû dan destpêkirin. Herçiqas tiştên li ser dinyayê, berî Adem hatibin afirandin jî, Adem, bi hêza navlêdanînê, jiyaneke nû da destpêkirin û bû sembola jiyanê. Weke ku berî wî tu tişt tunebû! 

Ji Adem heya roja me, ev hêza binavkirinê û guhertina navan, her tim girîngiya xwe parastiye. Guhertina navan, xêncî qedexekirina ziman, wateyeke kûr jî di nav xwe de dihewîne: Redkirina dîrokê! Gava navê cihek, tiştek an mirovek tê guhertin, ew jiyan û temsiliyeta berê ji holê radibe û her tişt ji nû ve dest pê dike. Ew hêza ku navan diguherîne, bi navê nû, dixwaze bêje ku: Berî min ev tişt tune bû, bi navlêkirina  min, vî tiştî dest pê kir û derket holê. Weke Adem!

Di pirtûka George Orwell a bi navê 1984 de, îqtîdar, bi guherîna navan û peyvan, dixwaze zimanekî nû ava bike. Bi qedexekirin û tunekirina peyvan, ew tiştên bi wan peyvan tên îfadekirin, ji holê radibin û ji nav jiyanê wenda dibin. Gava navek û peyvek di nav jiyanê de nebe û neyê bikaranîn, gelo ew peyv dikare bijî? Gelo ew nav dikare tiştekî temsîl bike? Û dikare di hişê mirovan de, hebûna xwe bidomîne? Di pirtûka Boualem Sansal a bi navê 2084 de, em dîsa hêza zimên dibînin. Weke pirtûka 1984, pirtûka 2084 jî, qala welatekî dîstopîk dike. Li vir jî iqtîdar, bi guherîna ziman, dixwaze mirovan biguherîne. Ev zimanê nû hatiye afirandin, li ser hucre û mejiyên mirovan bandoreke neyînî çêdike. Zimanê nû, ne zimanekî aqilane ye, loma tu têkilî di nav ziman û aqil de nayê avakirin û di encamê de jî, bawermendên bêkesayet û mirovên ecêb derdikevin holê. Pirtûkên 1984 û 2084, herçiqas pirtûkên dîstopîk bin jî, ev tiştên qal dikin, ji bo me ne tiştên xerîb in. Qedexekirina peyvan, qedexekirina navan û tunekirina wan! Li hemû parçeyan, navê bajarên me, navê gundên me, navê çem û çiyayên me, navê dar û kulîlkên me hatin qedexekirin. Navên xerîb û nû(!) li wan hatin kirin. Ji bo hebûn û dîroka wan a berê bi temamî bê jibîrkirin jî, bikaranîna navên wan ên berê, hatin qedexekirin. 

Piştî van, em dîsa bipirsin: Gelo Jîna û Mahsa heman nav in? Heman kes in? Mahsa wek navekî farisî, semboleke nasnameya dewleta Îranê û polîtîkayên tunekirina li ser kurdan e. Navê Mahsa ji bo Îranê navekî bêzirar(!) e, navekî qanûnî ye. Çimkî farisî ye. Lê Jîna? Jîna çi temsîl dike? Çima Jîna hatiye qedexekirin û çima Jîna hatiye kuştin? Gelo, bêyî ku hemû peyvên me, navên me bên qedexekirin, em ê bikarin van pirsan bibersivînin? Piştî ku peyvên me hatin qedexekirin û tunekirin, em ê bi kîjan peyvan li van pirsan bigerin? Bi peyvên farisî? Bi peyvên tirkî an bi peyvên erebî? Fîlozof Wittgenstein, di dawiya pirtûka xwe ya “Tractatus” de dibêje: “Li ser tiştên nayên xeberdan, divê meriv bêdeng bimîne”. Gelo piştî ku peyvên me, navên me hatin qedexekirin û hatin jibîrkirin, em ê bikarin li ser wan xeber bidin? An em ê di nav bêdengiyeke kûr de wenda bibin?


Botan Times hewceyî piştgirîya te ye, bi 3 Dolaran (100 TL) bibe abone da em li ser pêyan bimînin


Murad Dildar

Sala 1986an, li Diyarbekirê, li Taxa Elîparê hatîye dinyayê. Li zanîngehê beşa felsefeyê qedandîye û niha mamosteyê felsefeyê ye. Li ser edebiyata zarokan û felsefeyê dixebite. Sê pirtûkên wî yên çîrokên zarokan çap bûne: Qesra Spî (Avesta), Dara Sêvê (Avesta) ,Stêrka Piçûk -Heşt Çîrok Bo Gêncan(Avesta) Çîrokên wî di kovarên Bar û Nûbiharê de belav bûne. Herwiha nivîsên wî yên li ser felsefeyê di kovarên Felsefevan, Bar Helbest, Dadistan û Sûretgrafê de belav bûne. Yek ji amadekarên podcasta Qehwe û Felsefeyê ye.

Te ev dîtıne?

Hevalê Min Mele Mihemed, Axayê Heramiyê û Miftiyê Dêrikê

Wextê Ezîz Axa pişta nigê xwe dixurand tilîkên wî bala min kişandin,

Dîn, Dewlet û Teolojiya Postkolonyal

Gelo têkililiyeke çawa di navbera împaratorî, dîn û kolonyalîzmê de hebû? Dînên

Kurd, Kevneşop û Pêşkevtin

Qedera me Kurdan ew bûye ko parçeyek bîn ji Cihana Sêyê, û