Jina Kurd bû Alîkara Serokê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê

25/01/2023

Sîbel Arslana ji Dêrsîmê wekî Alîkara Serokê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (AKPM) Swîsreyê hatiye hilbijartin.

Ew bixwe yek ji Endama Partiya Keskan ya Parlamentoya Federal a Swîsreyê ye.

Arslanê ku di 11 salîya xwe de ji Dersîmê hatîye Swîsreyê û 2 serdem e ku partîyê de dixebite. 

Sîbel Arslan piştî ku hat hilbijartin vê daxuyanîyê da: 

“Mafên mirovan, demokrasî û serweriya hiqûqê prensîbên bingehîn ên Konseya Ewropayê ne. Ez kêyfxweş îm ku ji bo rêveberîya Konseya Ewropayê wekî nûnerê wê hatim hilbijartin.”

Di Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê de 6 endamên ji Swîsreyê û 18 endamên Tirkîyeyê henin. 


sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Weşana berê

Hollanda kûçîkên poz kinik û pisîkên guhbadayî bi temamî qedexe dike

Weşana paşê

Rojnamevanê ku Yewnanîstanê ew dersînor kir li Tirkiyeyê hate girtin

Te hay ji vê heye?