Pıştgırîya me bıkın

Pıştgırîya me bıkın

Jin Jîyan Amed – Otobêsên Amedê dê pereyî ji jinan nestînin

27/08/2024

Otobêsên Amedê dê pereyî ji jinên di navbera temenê 18-64an da nestînin.

Şaredarîya Amedê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da zanîn ku ew dest bi kampanyayeka nû dikin. Şaredarîyê dîyar kirîye ku ew dê pereyî ji jinên di navbera temenê 18-64an da nestîne û ew dê her mehê 90 caran dê beleş li otobêsan siwar bibin. Ev kampanya ji bo wan kesan e, ew kesên ku dahata wan nîne.

Ew jinên ku dahata wan nîne an jî heta radeyekê gelek kêm e, dikarin serlêdana xwe ji bo kartê Jin Jîyan Amedê bikin û beleş li otobêsan siwar bibin.

Herwiha ew kes ji %20 erzanî dikarin li tesîsên şaredarîyê xizmetê bibînin.

Serlêdan heta 9ê Îlonê berdewam in.

Ji bo serlêdanê bitikîne.

Ji ber krîza aborî ti xebatkarên daîmî yên Botan Timesê nînin. Murat Bayram bi dildarî weşanê didomîne. Heger hûn bixwazin em li ser pêyan bimînin piştgirîya me bikin. Ji bo piştgirîyê bibin abone. Ji 200 hezar xwendevanên me û 5 hezar şopînerên qenala me ya YouTubeyê li ser hev 500 kes bibin abone em dikarin li ser pêyan bimînin.


Botan Times - sitesinden daha fazla şey keşfedin

Subscribe to get the latest posts sent to your email.

Te ev dîtıne?

Platforma Jinan a 25ê Mijdarê: Li dijî tundkariya mêran li Tunela Taksîmê bin

Platformê hemû jin û her kesên ku dixwazin piştgiriyê bidin vexwend çalakiyê

Îran – Çalakvana xwe tazî kiribû, serbest berdane

Li Tehranê xwendekareka Zanîngeha Azad a Îslamî li dijî ferza çarşefê û

Mêran di Cotmehê de 49 jin kuştin

Li gor nûçeyên ku bianetê ji rojnameyên herêmî û netewî, ji malperên