“Em hema hema hemî pereyên xwe didin xwarinê”

“Em hema hema hemî pereyên xwe didin xwarinê”
“Em hema hema hemî pereyên xwe didin xwarinê”
Gulistan Korban
  • 28 Mart 2023 14:56

Ji bo Kurdî Bitikîne

Aborî rojeveka germ û girîng e li Tirkiyeyê.

Xelk ji bûhabûna tiştên xwarin û vexwarinê gelek bigazinc in.

Me ji jinan pirsî ka mehane pereyê wan çiqasî li xwarin û vexwarinê diçe?

“Em ji bazarê fêkîyan qet nakirîn”

Di kolanên Amedê da em rastî jineke tên.

Wê destê keça xwe girtîye û hedî hedî dimeşe.

Jina bi navê Fatma li mala xezûrê xwe dimîne û hevserê wê mehane 4 hezar lîreyan digire.  

Ew 7 kes di malekê da ne û hewil didin bi 4 hezaran debara xwe bikin. Fatma bi dengekî nizm behsa aborîya mala xwe dike û dibêje;

Hema hema hemû perêyê me li xwarinê diçe. Em ji bazarê fêkîyan qet nakirîn. Li gel vê jî em mehane 2 hezar lîreyan ji bo metbexê xerc dikin.

Ji sibê ve keça min li dikanê dibêje vê bikire, wê bikire. Ez nikarim bikirim, ka ez çi bikim. Min wekî ku nabihîzim tevgerîyam û em bi lez û bez ji dikanê derketin.”

Fatma

“Em mehê carekê goştî dikirin”

Li Qada Şêx Seîd a Amedê jineke ku ji Stenbolê ji bo gerê hatiye Amedê em wê didin sekinandin.

Ew û hevserê wê di saziyên dewletê da kar dikin. Mehane 20 hezar lîre dikeva mala wan.

Li gel wê jî jina ku nexwest navê xwe eşkere bike dibêje, “Em mehê carekê dikarin goşt bikirin.”

Ez di kamuyê de memur im. Mehane 15 hezaran digirim. Hevserê min jî dixebite. Mehanê 10 hezarê me li xwarin û vexwarinê diçe. Mala me li Stenbolê ye. Em tew naçin şanoyê li gel wê jî em mehê tenê carekê dikarin goştî bigrin.

“Ez tena serê xwe dijîm û mehane 7 hezaran didim xwarinê”

Mariya Diriniyê

Di kolanên Surê da dema em digerin em rastî jineke şanoger tên.

Jina bi navê Mariya Diriniyê ji Stenbolê ji bo gerê hatiye Amedê.

Ew li Stenbolê bi tenê serê xwe dijî û dibêje,  “ez her roj ji derve xwarinê dixwim.”

Ez bi tena serê xwe dijîm. Mehane 7 hezaran didim xwarinê. Ji ber kar derfeta min a çêkirina xwarinê nîne. Ji ber wê ez her roj xwarinê ji derve dixwim. Li cihên ku ez xwarinê dixwim her heftê bûhayê wan diguhere.”

Mariya Diriniyê

Li gor daneyên Rêxistina Yekîtîya Aborî û Pêşveçûnê di meha Çileyê da li Tirkiyeyê enflasyona xwarin û vexwarinê ji sedî 70yê derbas bûye.

Tirkîye di bûhabûna amûrên xwarinê da di nava welatên Yekîtîya Ewropayê di rêza yekemîn da ye.